Bi hezaran ji welatiyên herêma Efrînê bi merasîmekê cenazeyên 6 Şervanên YPG’ê yên ku di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de li derdora gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê jiyana xwe ji dest dabûn oxir kirin.

Şervanên YPG’ê yên ku merasîm ji wan re hate lidar xistin, ev in: “Rifeet Hisên bi nasnav Xabûr, Kemal Hisên bi nasnav Hawar, Hisên Kilîno binasnav Şerciwan, Mihemed Îbrahîm bi nasnav Bavê Dîk, Eswed Mistef bi nasnav Bahoz Ehmed, Şervan Mihemed bi nasnav Şoreş Rojava.”
6 şervanên YPG’ê bi kerwanekî ji pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Efrînê ber bi Goristan Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê hatin oxirkirin.
Li ser goristana Şehîd Refîq merasîmên leşkerî dê werin lidar xistin.  

Soza bilindkirina têkoşînê

4 şervanên YPG’ê yên di şerên bajarê Dirbesiyê û Til Koçer de şehîd ketin, bi beşdariya hezaran welatî hatin definkirin. Di merasîmê de li ser navê rêxistin û malbatan axaftin hatin kirin û soza bilindkirina têkoşîna şehîdan hat dayîn
Cenazeyên şervanên YPG’ê Osman Mihemed û Afat Efrîn ku di pevçûnên pêr li Serêkaniyê de şehîd ketin, anîbûn navenda Saziyên Şehîdan a Dirbêsiyê. Cenazê şervanan pêr saet di 14.00’an de ji hêla bi sedan kes ve ji navenda Saziya Malbatên Şehîdan hatin wergirtin. Girseya ku bê navber dirûşmên dilsoziya bi YPG’ê re û “Şehîd na mirin” berzdikirin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şervanên YPG’ê û alên YPG, TEV-DEM û YPJ vekirin.
Pirşî wergirtina cenazeyan girseya qelebalix heta Qada Şehîdan meşiyan. Li vir merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê malbatên şervanên YPG’ê Osman Mihemed û Afat Efrîn, Saziya Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, meclisa Herêmî ya ENKS’ê li Serêkaniyê, Partiya Çep a Kurd û Partiya Karkeran a Komenîst axaftin hatin kirin.
Di axaftina de soza şopandina riya şehîdan hat dayîn û piştgiriya bi şervanên YPG/YPJ’ê re hat nîşan dan. Piştî axaftinan cenaze ji aliyê welatiyan ve bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve hat birêkirin û li vir bi dirûşm û tilîliyan hat definkirin.

Li Qamişlo merasîm

Cenazeyên şervanên YPG’ê Rênas Kobanê û Rojvan yên ku di şerê Til Koçer de şehîd ketin ji aliyê hezaran kesî ve ji Mizgefta Taxa Enreriyê ya Qamişlo hatin wergirtin. Welatiyên ku wêneyên şehîdan hildan bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenaze birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan.
Piştî cenaze anîn goristanê, li vir merasîm hat lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, Seroka Meclisa Qamişloyê Remziye Mihemed diyar kir ku şervanên YPG’ê yên ku di operasyona Til Koçer de şehîd ketine, hemû hewildan û êrîşên li dijî destkeftiyên gelê Rojava têk birine. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mesûd Ehmed jî axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser şopa cangoriyan bimeşin.
Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê Rênas û Rojvan bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.

EFRÎN/QAMIŞLO / DIRBÊSIYÊ