
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Faîz Umer, li ser navê malbata Ebdilrehman Seedûn Osê bavê wî Seedûn Osê, li ser navê malbata Hewas Ehmed Ebas birayê wî Mervan Ebas, li ser navê malbata Xalid Ehmed Remo xwîşka wî Eyşe Remo, li ser navê Meclîsa Gel Numan Erebo axivîn.
Di axaftinan de li ser girîngiya parastinê hate rawestandin û soza şopandina şehîdan hate dayîn. Piştî axaftinan hersê cenaze bi karwanekî tirimpêlan birin Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê. Liv ir jî ji aliyê hêzên YPG’ê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin. Piştre hersê cenaze bi dirûşm û tîlîliyan spartin axê.
Li aliyê din cenazeyên şervanên YPG’ê Emmar Mehmud El Welo (Şervan Dirbêsiyê) ku 2 meh beriya niha di êrîşên komên çete yên li gundê Elok ê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû û li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê hatibû definkirin, her wiha cenazeyê şervanê YPG’ê Îmad Ebid Ehmo (Memo) ku ew jî 2 meh beriya niha li bajaroka El Tiwêna ya Hesekê jiyana xwe ji dest dabû û li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hatibû definkirin jî, li ser daxwaza malbatên wan anîn Berkevirê. Herdu cenaze li vir spartin axê.
DIRBÊSIYÊ