Şervanê YPG’ê yê Îngilîz Konstandînos Erîk Scûrfîeld li bajarê Til Berak ê Rojavayê Kurdistanê, roja 2’ê Adara 2015’an di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû. Şervanê YPG’ê yê Îngilîz Dean Carl Evans (Givara Rojava) jî roja 21’ê Tîrmehê di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû.
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, ji bo şehîdên YPG’ê yên Îngilîz Erîc Scûrfîeld û Dean Evans, çalakiyeke bîranînê lidar xist. Bîranîn li Mala Gel pêk hat û ji ber tevlîbûna zêde cih li salonê nema.
Merasîma bîranînê ji aliyê aktîvîstê Îrlandayî Mark Campbell ve hat birêvebirin. Bavê Dean Evans Steve Howell û dayika wî Tracey Howell, bavê Erîc Scûrfîeld Chrîs Scûrfîeld, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê KNK’ê Erdalan Baran, Berdevka Meclîsa Jinê ya Roj Turkan Bûdak, ji nûnerên PYD’ê yên Ewropayê Ciwan Efrîn li bîranînê axivîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Campbell axaftina destpê kir. Campbell da xuyakirin, ku şehîd li ser navê mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan û bal kişand ser girîngiya hevcivîna malbatên şehîdan û gel. Tracey Howell ev axaftina xwe ya hestiyar, bi gotina “Şehîd Namirin” qediya.
Li dengê dilê xwe guhdarî kir
Bavê Dean Steve Howell jî diyar kir, Dean nikarîbû li pêşberî êşên gelê Kurd dikişîne bêdeng bimîne û li dengê dilê xwe guhdarî kiriye. Steve Howell destnîşan kir, ku Dean ciwanekî gelekî hêja bû û wî di oxira nirxên jê bawer dikir de jiyana xwe ji dest da. Howell got, ew bi kurê xwe serbilind e.
Bavê Kostas Scûrfîeld Chrîs Scûrfîeld jî da xuyakirin, ku kurê wî Kostas li cem gelên bindest li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye. Scûrfîeld di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe ya ji bo bidawîbûna şer bilêv kir.
Şervanê YPG’ê yê Îngilîz Macer Gûîfford jî ku her du şehîdan ji nêz ve nas dike, bîranînên xwe yên bi Kostas û Evans parve kir. Gûîfford her wiha destnîşan kir, ku Tirkiye wê li Rojava têk biçe.
Berpirsyarê Karên Derve yê KNK’ê Erdalan Baran, berdevka Meclîsa Jinê ya Roj Turkan Bûdak û ji nûnerên PYD’ê yên li Îngilîstanê Ciwan Efrîn jî li merasîmê axivîn û sersaxî ji malbatan re xwestin. Qisekeran careke din spasiya malbatan kirin, ku ji ber ciwanên ewçend wêrek mezin kirine û gotin, bîranîna wan di têkoşîna mirovahiyê ya li Rojava de dijî.
ANF/LONDON