Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şervanên YPG'ê vekir, alên TEV-DEM, YPG û YPJ'ê hilda, cenaze wergirt. Piştî wergirtina cenzeyan girseya gel bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve birê ket.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Karûbarê Civakî yê Herêma Cizîrê Dijwar Ehmed, Endama Koordînesyona Yekîtiya Star Henîfa Hisên, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hisên Ubêd axivîn û êrîşên hêzên rejîmê yên li dijî gelê Hesekê şermezar kirin û gotin ku êrîşên Hesekê bi awayekî yekser bi kolandina xendekan ku ji aliyê PDK'ê ve, êrîşên DAIŞ'ê ve hene û hate gotin hemû li navendekê hatine plankirin.
Di axaftinan de her wiha hate gotin ku armanca hemû êrîşan têkbirina rêveberiya xweseriya demokratîk e ku ji aliyê hemû pêkhateyan ve hatiye avakirin.
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên herdu canoriyan bi tilîlî û dirûşmeyan spart axê.
DÊRIK