RIHA
‘Em ê tola hemû jinan ji DAIŞ'ê hilînin‘
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastin Jinê (YPJ) diyar kir ku wê Kobanê bikin goristana çeteyan û destnîşan kir ku di serî de jinên li Şengalê ew ê tola hemû jinan ji DAIŞ'ê hilînin. YPJ'ê ev bang li hemû jin û keçên Kurdistan kir û got, ""Ji bo misogerkirina azadiya jinê, vîna wê û wateya jiyaneke nû divê jinên têkoşer tevlî refên YPJ'ê bibin."
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê der barê berxwedana Kobanê ya mehek li dû xwe hişt de di parastina nirxên mirovahiyê yên li Kobanê de careke din biryardariya xwe destnîşan kir.
Berxwedan silav kir
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ'ê di destpêka daxuyaniya xwe de berxwedana Kobanê bi van gotinan silav kir: "Bi boneya derbasbûyîna berxwedana gelê me yê Kobanê û hêzên YPG û YPJ'ê di meha xwe ya duyemîn de, em berxwedana bêhempa li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin. Bi rêzdarî bajna xwe li hember Şehîdên şoreşê ditewînin. Dilsoziya bi şehîdan re nû dikin.“
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tu hêz nikare îradeya xweser û azad a jinên Kurd têk bibe û wiha hate gotin: „ Ti hêz wê nikaribe vîna ku ji rêya azad û şehîdan çêdibe, têk bibe.Ji bo vê em ji jinan, gelê xwe û ji civaka mirovahiyê re dibêjin ku wekî YPJ'ê ji bo şikandina dijminê azadiya jinê DAIŞ em ê li ser navê hemû jinan liber xwe bidin û tola jinên Şengalê û hemû jinên ku hatine serjêkirin û esîrkirin hilînin. Em bang li hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku bi jina têkoşer a Rojava re bisekinin. Ji ber ku YPJ misogeriya azadiya jinê, vîna wê û wateya jiyaneke nû ye em bang li hemû jin û keçên têkoşer ên Kurdistan û her derê dikin ku tevlî refên YPJ'ê bibin. Di bin dirûşemay 'An serketin an serketin' de em careke din soz didin hemû jinan û gelê xwe ku layiqî berxwedanê bin heta serketinê."
NAVENDA NÛÇEYAN