Li ser navê malbata Sozdar Yarmiz,li ser navê Saziya MalbatênŞehîdanû Meclîsa Gel a Kobanê jî axaftin hate kirin. Piştî axaftinancenazeyê Sozdar Yarmaz bi tilîliyan û duruşmeyan spartin axê.
Ji şervanê YPG’ê merasîm
Cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêzan Îsa ku di pevçûnên di navber YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şamê (DAIŞ) de li gundê Mişêrfa yê Serêkaniyê şehîd ketibû, li bajarê Serêkaniyê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê ber bi Goristana Şehîd Ristem Cûdî ve hat oxirkirin. Merasîm li Stada Şehîd Rustem ya li bajarê Serêkaniyê dest pê kir. Piştre Endama Desteya Bilind a Kurd Ilham Ehmed axivî û bal kişand ser berxwedana lehengî ya şervanên YPG/YPJ’ê û rizgarkirina bajarê Til Koçer û herêma Serêkaniyê. Di merasîmê de peyamên Partiya Çep a Kurd, Partiya Komonîst a Sûriyê û Partiya Kar hatin xwendin. Piştî merasîmê cenazeyê şervanê YPG’ê Rêzan Îsa bi karwanekî maşîneyan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê û sipartin axê.
KOBANÊ/SERÊKANIYÊ