
HISÊN CIMO
Herêma Kurdistanê beşeke mezin ji krediya hêza xwe di hemû astan de winda kir, nemaze piştî ku aloziya wê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re teqiya. Windakirina Kerkûkê li ba şanaziya Kurdan ku ji destpêka sedsala 20’an ve rêzeşoreş lidarxistine, birîneke kûr e û her dem Kerkûk navenda nakokiyên bi hikûmetên li pey hev ên Iraqê re bû.
Hilweşîna Kurdî ya lezgîn şîroveyên rizamendî wernegirtin. Eger parçebûna Kurdî ya hundirîn encama têkçûna tal li Kerkûkê û vekişandina bê şer bû, beşê rojavayî ku di pratîkê de di bin serweriya Partî Demokratîk Kurdistan de ye ew jî rastî xwe vekişandineke bi heman regî bû û yekemîn berxwedana çalak li hemberî pêşvehatina hêzên Iraqê û milîsên Heşid El-Şehbî piştî hefteyekê ji desteserkirina Kerkûkê di 16’ê Cotmehê de bû.
Hêmanên siyasî yên aloziyê di encama kombûna gengeşeyên salên bihurî bû û ew jî tên nasîn, di destpêkê de hikûmeta navendî ji pêkanîna madeya 140´ê ya destûra Iraqê ya sala 2005’an ya taybet bi herêmên bi nakok xwe dide alî û heta nakokiyên derbarê para petrolê û budceya di navbera Bexda û Hewlêrê de. Hêmanên hundir ên aloziyê jî girêdayî rawestandina parlemana Kurdistanê ya di encama aloziya siyasî û pirsgirêka “serokatiya” herêmê bû. Hêmana min jî guman e ku sedema bilezkirina dijberiyê be û danîna senaryoyeke li hemberî bûyera ji dema lidarxistina referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê di 25’ê Îlonê de bû: Aloziya di navbera şirketên petrolê yên navneteweyî li Iraqê û Kurdistanê de.
Şirketên petrolê weke aktorên siyasî
Destwerdana şirketên petrolê di hûnandina rewşên dewletên Rojhilata Navîn de, yek ji dosyeyên herî kêm di çapemeniyê de behsa wan tê kirin, tevî ku di çêkirina gelek bûyeran de navendî ne, yan jî bi roleke sereke li rex hêz û hêmanên din beşdar dibin.
Li herêma Kurdistanê ku car bi car rastî binketinên ji nişka ve li hemberî milîsên alîkariya xwe ji Îranê werdigirin tê, têkçûneke mezin di herdu astên gelêrî û fermî de diqewime. Gelo çawa dewletên navneteweyî rê didin milîsên ku hevkarên herî nêzîk in ji Qasim Sulêmanî re û hin fermandarên ku cihê xwe di lîsteyên terorê de werdigirin, êrîşî herêmê bikin, tevî ku eskerekî Emerîkî yan rojavayî li vir nehatiye kuştin? Gelo ji bo berjewendiya alên “Ji bo we ey Hisên (Lebeyke ya Hisên)” çawa gelê Kurd kirin qurbanî?”
Şîroveyên siyasî beşekî dîmen pêşkêş dike. Dibe ku ev jî beşê herî piçûk di koma girêkokên girêdayî aloziya niha be, eger hevrûkirina wan di nexşekirina diyardeyên siyasetan li vî beşî cîhanê de bi bandora şirketên petrolê yên mezin re were kirin.
Ji bo lêhûrbûnên vê aloziya di navbera Rûsya û Brîtanyayê de li ser petrola Iraqê were nasîn, di analîz û şîroveyên de ku bi beşekî mezin a çêkirina hilweşînan bi riya pêşbirka aborî ya biyanî gelek rûyên wê hene. Tişta ku coşa aliyê analîzî kêm dike, ew e ku girêdayî hawîrdoreke têgihîştî ye û berpirsyariyên girêdana hilweşînên ewlehî ji dema derketina rêxistina “DAIŞ”ê bi gelek hêmanên bîrdozî digire ser xwe. Di serî de tişta herî sade ew e ku “cîhanê” xwest terorîstan li vê herêmê kom bike da ku li vir tine bike. Kêşe ew e ku hemû şîrove asteke rastiyê digirin nava xwe û ne pêkan e bi temamî bêne tinekirin, ev mijar jî derbarê şerê di navbera “Rosneft” û “British Petroleum (BP)” de lê ye.
Tillerson û Exxon beramberî Malikî
Hesabên Tillerson Destpêka beşa dawî ya aloziya niha vedigere destpêka sala 2011’an, dema ku şirketa “Exxon” a Emerîkî yek ji kesayetên herî zêde bi xwediyên biryara Iraqê peywendîdar re erkdar kir. Ev kesayet jî Elî El-Xidêrî yê Emerîkî û bi eslê xwe Iraqî ye û weke cîgirekî taybet ji 5 sefîrên Emerîkî û şêwirmendê sê generalan re xebitiye. Piştî çend mehan di civîneke bi “Exxon”ê re ji bo analîzkirina paşeroja Îraqê, El-Xidêrî fikarên di serê xwe de gotin. El-Xidêrî di hevdîtinekê de ji Reuter’sê re ku 4’ê Kanûna 2014’an hat weşandin, diyar kir ku wî di civînê de agahî daye ku Iraq li gel Nûrî El-Malikî ber bi dîktatoriyetê û şerê navxweyî ve diçe. El-Xidêrî bîranînên xwe vegotin û got, “Em ê rastî zêdebûna tundiyê û felceke temam li Bexdayê werin.” Her wiha got, Iraq dê bêtir nêzîkî Îranê bibe û “bandora wê dê li ser şirketên Emerîka nerênî be”.
Ev nihêrîna reşbînî rastî baldariya birêveberê “Exxon”ê hat ku hingê di bin rêveberiya Wezîrê Karên Derve yê Emerîka yê niha, Rex Tillerson de bû. şirketê beriya wê hevpeymanek bi nirxa 25 milyar dolar bi Bexdayê re îmze kiribû da ku zeviyê rojavayê El-Qirnê ku yek ji mezintirîn zeviyên petrola Iraqê ye, bi pêş bixîne.
El-Xidêrî herêma Kurdistanê li şûna projeyên “Exxon” ên Iraqê pêşniyaz kir. Bi rastî şirketê çalakiyên xwe di demeke kêmtirî du salan de ji başûrê Iraqê ber bi Kurdistanê ve veguhestin. Diviyabû ku şirketên petrolê ji ber nakokiyên di navbera El-Malikî û Barzanî de, Kurdistanê yan başûrê Îraqê bipejirînin. 6 takemafên ku “Exxon” li Kurdistanê wergirtine li herêmên cuda yên herêmê belav dibin. Yek ji wan ji Tirkiyeyê ve nêzîk e û ya din jî ji Îranê ve nêzîk e, lê belê hersê takemafên herî zêde bi nakok in li seranserî “herêmên bi nakok” bûn. Parêzgerê Mûsilê, Esîl El-Nicêfî jî ji aliyê xwe ve hevpeyman erê kir, ji ber ku hin zeviyên petrolê dikevin nava sînorên îdarî yên parêzgehê.
Di nava aloziyê de geşbûna piçûk
Ev tişt hemû beriya ketina Mûsilê di Pûşbera 2014’an de pêk hat. Her wiha têkçûna artêşa Iraqê li hemberî rêxistina “DAIŞ”ê rê li pêşiya hêzên Kurd vekir ku bi pêş ve biçin û serweriya xwe li ser herêmên bi nakok û hin deverên din ên li derveyî wê, ferz bikin. Di encamê de rûpîvana herêma Kurdistanê mezin bû û rezervên petrolê bi awayekî mezin zêde bûn, piştî ku zeviyên nû li milkiyetên wê hatin zêdekirin.
Bi vî rengî hevpeymana “Exxon” beşdarî nexşekirina diyardeyên Kurdistanê bû. Li aliyekî din hin şirketên din ên weke “Shell” a Holandayê û “Total” a Fransayê ber bi petrola “Şîayî” ya li başûrê Iraqê ve çûn. Lê hema razemeniyên “Exxon” li hemberî gefxwarineke mezin rû bi rû man, dema ku rêxistina “DAIŞ“ di Tebaxa 2014’an de berê xwe da aliyekî Kurdistanê, ango tenê piştî sê mehan ji serweriya Pêşmergeyan li ser herêmên bi nakok. Ev jî derbeyeke mezin li hemberî projeya serxwebûna Kurdistanê bû. Tam nayê zanîn ku eger aloziya di navbera şirketên petrolê de gihîşt asta bandoriya li ser çêkirina hilweşînên ewlehî da ku destkeftiyan werbigirin. Lê di encamê de ketina Mûsilê di destên rêxistina “DAIŞ” de şanseke “Exxon” bû ku tavilê xebatên xwe li zeviyên herêmên bi nakok dûrî desthilatdariya Bexdayê dest pê kir, tevî ku Bexdayê hemû çalakiyên “ne rewa” yên şirketên petrolê bi awayekî hişk red kirin.
Ji bo ku herêma Kurdistanê karibe mîqdara petrola nû wergire, lûleyeke serbixwe ava kir da ku petrolê bi rêya Tirkiyeyê derxîne. Di dema geşbûna piçûk de ya di navbera salên 2012 û 2014’an de şirketên petrolê ber bi herêmê ve herikî û rêjeya berhêmê jî duqatî bû û pirsgirêkên bi Bexdayê re jî zêde bûn, heta dema ku mijar serûbinî hev bû, piştî ku “DAIŞ” li herêmên bi nakok di Tebaxa 2014’an de bi pêş ve hat. Di encamê de piraniya şirketên petrolê çalakiyên xwe li herêmê rawestandin û tenê çend şirket dixebitîn û di nava wan de şirketa “TeqTeq” ku milkiyeta wê vedigere du şirketên “Genel Energy” ya Ingilîzî-Tirkî û “Addax Petroleum” ya girêdayî “Sinopec” a Çînê.

Hemanên Tirkiye, Rosneft û destwerdana nû
Hejmara cihên petrolê yên li herêma Kurdistanê ku şirketên navneteweyî di destpêka sala 2017’an de dest jê berdane gihîştin 19 deverên petrolê. Di dawiya sala 2016’an de “Exxon” ji giştî 6 zeviyên petrolê dest ji 3 zeviyan berda. Her wiha amadekariya derketina ji Kurdistanê kir ku êdî di rastiyê de di “valahiya şirketên petrolê” de ye.
Piştî biryara Tillerson a vekişandina ji Kurdistanê, êdî şirketên piçûk li hemberî paşeroja siyasî ya herêmê bi guman bûn. Serokê herêmê Mesûd Barzanî hejmareke mezin ji hevpeymanên petrolê îmze kirin, bêyî ku rêveberiya wî karibe paşeroja kar li Kurdistanê misoger bike. Êdî dosya petrolê bi awayekî tevlîhev tê meşandin û gihîşt asta ku zeviyên petrolê bi temamî firotine Tirkiyeyê, welatiyekî Kurd matmayî nake. Lê derba derketina “Exxon”ê ji nişka ve hate sererastkirin û şirketa petrolê ya Rûsyayê ya mezin “Rosneft” derbasî bazara herêmê bû û êdî bû xwediyê destê herî bilind di beşê petrol û gazê de. Ev derbasbûna lezgîn di mîrasgira “Exxon” a Emerîkî de hişt ku hevpeymanên heyî bêne tevlîhevkirin û dîmena qada siyasî li herêmê guherî.
Di 28’ê Sibata 2017’an de herêma Kurdistanê hevpeymanên nû îmze kirin da ku krediyekê bi sê milyar dolar ji şirketên bazirganî û şirketa “Rosneft” di bin misogeriya firotina petrolê de di paşerojê de wergire. Di Nîsana bihurî de “Rosneft” yekemîn miqdara petrolê ji herêma Kurdî kirî û bû yekemîn şirketa mezin ku petrola Kurdî ya xam bi awayekî rasterast ji bo berjewendiya sîstema parzûnkirina wê werdigire. Derbasbûna şirketa hikûmî ya Rûsyayê deriyekî nû li pêşiya hêviya Barzanî vekir. Di encama coşa “Rosneft” de dibe ku şirketên din tirsa derketina “Exxon”ê ji ser xwe bavêjin. Şirketa “Gazprom” a Rûsyayê jî derbasî herêmê bû û Adara 2016’an bû berpirsyarê birêvebirina zeviyê Serkalê li Germiyanê. Li gorî hejmarên şirketê ragihandine, vê zeviyê 19 milyon bermîl di sala 2015’an de derxistine. Aliyê Germiyan a petrolê jî li nêzî sînorê Îranê ye ku ew jî dixwaze serweriya xwe li ser petrola di navbera Silêmaniyê û Kerkûkê de ferz bike.
Darbeya li dijî “Rosneft”
Piştî du rojan ji serweriya Bexdayê li ser Kerkûkê diyardeyên nexşeya petrolê li Kurdistanê rastî darbeyeke li dijî “Rosneft” hatin, vê carê jî bi rêya derbaskirina Iraqê weke lîstokvanekî xurt: şirketa petrolê ya Brîtanyayê ya kevnar “British Petroleum (BP)”. Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdilcebar El-Lihêbî bang li şirketa Brîtanyayê kir ku alîkariya welatê wî bike da ku zeviyên petrolê yên Kerkûkê bi pêş bixîne ku beriya nêzî sedsalî di bin serweriya rêveberiya Brîtanyayê de bû. Wezareta Petrolê ya Iraqê sala 2013’an girêdesteke razemenî bi şirketa “British Petroleum” re îmze kir da ku alîkariya şirketa bakur di bipêşxistina herdu zeviyên Havana û Baba Gerger de ku herdu li parêzgeha Kerkûkê ne, bike. Lê xebat pêk nehat ji ber ku serweriya Bexdayê sala 2014’an li gorî berjewendiya hêzên Kurdî li ser van zeviyan hate windakirin, piştî ku Mûsil kete destê DAIŞ’ê û Pêşmergeyan serweriya xwe bi temamî li ser zeviyên petrolê ferz kir.
Şirketa Birêtaniyayê bi riya malpera xwe ya li ser tora înternêtê got, ew “ji bo alîkariya pîşeyî bi şirketa petrolê ya bakur re û da ku alîkariya bipêşxistina zeviyên Kerkûkê bike, hatiye”. Zeviyên Kerkûkê yên mezintirîn û kevintirîn zeviyên petrolê li Rojhilata Navîn in, guman e mîqdara rezervên petrola wê ku hêjayî derxistinê ye bi qasî 9 milyar bermîl e. Tişta balkêş di “Rosneft” de para şirketa Brîtanya ji sedî 20 e, lê pêşbirka di navbera herdu şirketan de aliyên wê yên siyasî hene û ji aliyê London û Moskov ve tên birêvebirin.
Piştî du rojan ji derbasbûna “British Petroleum” ya Kerkûkê, “Rosneft” hema serweriya xwe li ser lûleya petrolê ya sereke li Kurdistana Iraqê ferz kir û rêjeya xwe ya razemeniyan li herêma Kurdistanê ya hema serbixwe ye, zêde kir û derxist 3.5 milyar dolaran, tevî ku Bexda tevgera xwe ya eskerî dest pê kir. “Rosneft” got, ji sedî 60 ji lûleyan milkiyeta wê ye. “Rosneft” ji ber cezayên Emerîka ku rastî astengiyên krediyan ji dewletên rojavayî tê, bi qasî 400 milyon dolarî di vedîtinên 5 deverên petrolê li Kurdistanê razemenî kirine.
Wezîrê Berhemên Xwezayî yê herêma Kurdistanê Aştî Hewramî di konferanseke beşê petrolê de li Verona ya Îtaliyayê beriya çend saetan ji îmzekirina hevpeymana lûleyên petrolê bi serokê “Rosneft”ê Igor Sechin re ku yek ji hevkarên herî mezin ji Putîn re ye, got, “Banga min ji we re hûn Kurdistanê ji bîr nekin.”
Rêya aloziya niha diyar dike ku “British Petroleum” hişt ku Vladimîr Putîn nikaribe serweriya xwe li ser zeviyên Kerkûkê bike. Lê vê aloziyê hişt ku projeya siyasî ya Kurdî di serxwebûnê de piştî referandûmê hilweşe. Dibe ku herêma Kurdistanê buhayê wê girantir bide ji ber ku Rûsya kişandiye Kurdistanê.
Petrola Îranê!
Şer û alozî ne tenê di navbera herdu şirketên Brîtanya û Rûsyayê de bû. Lê belê pêşbirka Tirkiye – Îranê li ser berhemên xwezayî yên herêma Kurdî bi rolekê rabûn û hişt mijar bigihîje asoyên girtî. Guman e biryara xistina Kerkûkê ji aliyê Îranê ve di 31’ê Tîrmehê de hatiye wergirtin, ango di heman rojê de ku li ser hevpeymana di navbera Bexda û Tehranê de ya dirêjkirina lûleya petrolê hatiye îmzekirin, da ku petrola Kerkûkê ber bi Îranê ve were veguhestin. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî ev hevpeyman qebûl nekir. Bi awayekî zelaltir PDK´ê û parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hevpeyman qebûl nekirin. Nerazîbûna herêmê ew bû ku hevpeymana Îran û Iraqê her du zeviyên Bay Hesen û Havana negire nava xwe. Di hevpeymanê de her wiha Îran dê beşdarî wergirtina petrola Xaneqîn û Mendelî bibe, li van herdu deveran jî hêzên Iraqê û alîgirên Îranê di 16’ê Cotmehê de serweriya xwe li ser ferz kirin.
Piştî hewldana jihevvekirina vê dîmena girêkok, pirseke di vê çarçoveyê de pêkan dibe; Gelo Îranê serweriya xwe li ser Kerkûkê û petrola wê ferz kiriye, “British Petroleum” jî di nava zeviyên wê de dixebite, gelo girêdana di navbera şirketa Brîtanya û Îranê de çi ye? Dibe ku di van rojên pêş de bersiva vê pirsê were dayîn, dema ku xêr û bêrên Îranê yên petrolê ji bo bipêşxistina zeviyên petrolê diyar bibin, heger xwe ji fezkirinên nû yên cezayên Emerîka biparêze.
Di encamê de diyar e dîmen bi hêsanî nayê fêmkirin, heger em rêzikbûyînên kevin bidin hemberî tiştên ku li Kurdistanê rû didin. Li herêma Kurdî Rûsya alîkariya Barzanî dike û Îran jî ku hevkarê hevkarê Rûsya li dijî Barzanî ye, Tirkiye veguherî hevkarê Rûsyayê û li dijî berjewendiya şirketên petrolê yên Rûsyayê li Kurdistanê tevdigere. “British Petroleum” jî ku para wê di “Rosneft” de heye hewl dide wê ji herêma Kurdistanê derxîne. Emerîka – bi awayekî bêdeng - li rex Qasim Suleymanî li vî beşê Iraqê radiweste.
Tişta matmayînê di vê dîmenê de girêdayî Tirkiyeyê ye. Gelo ew dewleta tekane ye ku “ewlehiya xwe ya neteweyî“ di ser berjewendiyên xwe yên aborî re digire? Ne pêkan e ev sedema wê be ji ber ku her tim Barzanî deriyê siyaseta Tirkiyeyê ber bi Kurdan û bi taybetî Partiya Karkerên Kurdistanê ve bû. Diyar e ew aliyê tekane ye ku di nava lîstokvanên vê aloziyê de têk çûye. Tirkiyeyê herêma Kurdistanê winda kir, lê nikare destketiyan li Iraqê, “Îranê” bi dest xwe ve bîne.
* Ev gotar ji rojnameya El-Heyat hatiye nivîsandin û tê de hatiye weşandin.