
Şervanên YJŞʹê yên li Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer dikin, piştevaniya xwe ji bo projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihandin. Şervanên Yekîneyên Jinên Şêngalê (YJŞ) ev zêdetirî du mehan e ku li bereyên şer ên Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê ji bo azadî û tolhildana jin û zarokên Şengalê li kêleka şervanên YPG, YPJʹê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şer dikin. Nexşerêya Xweseriya Demokratîk a Êzîdxanê 20’ê Tebaxê bi beşdarbûna Hevserokên Meclîsa Gel a Şengalê, fermandarên YBŞ û hejmarêk ji nûnerên saziyên Şengalê, bi civînekî çapemeniyê hatibû ragihandin. Nexşerêya ku rêgezên bingehîn di 23 xalan de vedibêje, wê li ser bingeha mafê rêveberiyeke serbixwe û hêzên parastina wê, nîqaşan bike û bide kirin.
Ne Hewlêr û ne Bexda
Şervana YJŞʹê têkoşîn Şengal derbarê xweseriya Şengalê de dibêje: “Gelê Şengalê ji gelek komkujî û qirkirinan derbas bûye, di roja me ye îro de Şengal pêwîst e xwedî rêveberiyeke xweser û hêzên xweparastinê be da ku tecrûbeyên weke 3’yê Tebaxa 2014’an careke din neyên dubarekirin. Di fermana 3’yê Tebaxê de ku min bi çavê xwe dît, ne hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê û ne hikûmeta Iraqê li hember êrişên DAIŞ’ê parastina gelê Êzîdî nekir, ji ber ku em bi cî hiştin û reviyan.”
şervana YJŞʹê Ariya, jî dibêje, “Bi projeya xweseriya demokratîk em di vê baweriyê de ne ku gelê Şengalê wê bigihîje serxwebûneke rast, bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike û li dijî êrişên dijminan bi xwe karibe parastina xwe bike.”
Rola jinan serketineke mezin e
Berxwedan Dilgeş jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ragihandina projeya xweseriya demokratîk em li rêber APO, şehîdên fermanan û hemû gelê Êzîdxanê pîroz dikin. Misogeriya rola jinên Êzîdî di xweseriya Şengalê de ji bo me serketineke mezin e, beriya fermana 73’an jinên Êzîdî ji gelek tiştan bêpar mabûn, yek ji wan mafên xwendinê bû. Lê niha jinên Êzîdxanê gihiştine asteke ku li Reqayê ji bo tolhildana gelê xwe şer dikin û ji bo xweseriya gelê xwe têbikoşin.”
Têkoşîn Şengal her wiha dibêje, “Banga me li hemû gelê Êzîdî û tevahiya cîhanê ye ku xwedî li mafê xweseriya demokratîk derkevin, nexasim jî Êzîdiyên ku mecbûr bûne koçberî derveyî welêt bibin, em dixwazin ew li dor gelê xwe kom bibin, bi navê xweseriya Şingalê vegerin welêt û tevlî xebatan bibin. Dîsa li ser navê YJŞ´ê ji Reqayê heta Şengalê em xweseriya demokratîk ya Şingalê pîroz dikin.”
ANHA/REQA