Çalakvanê çepgir ê Îranê Seîd Şêrzad li Girtîgeha Kerec ya li bajarê Tehran a Îranê di roja 7’ê Kanûnê de bi nameyekê ragihand ku dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Seîd Şerzad bersiva nameyên malbatên girtiyên siyasî yên ku gotibûn ‘dawî li greva birçîbûnê bîne’ û wiha got; “Ji min bigerin, ji bo ez bibin dengê girtiyan ezê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikim.”
TEHRAN