Ji Weşanê Morî, seteke din a serpêhatiyên Hitokê û Papûşko der çû. Beriya niha seta yekem a nivîskar Newaf Mîro bi alîkariya Weqfa Elman-Êzîdî (Deutsch-Êzîdîsche Stiftung) der çûbû. Divê setê de Hitokê ku keçeke piçûk e, bi lîstoka xwe ya bi navê Papûşko re dipeyive û qala derd û kulên xwe dike. Di seta duyê de pênc kitêb hene. Her kitêb jî çîrokeke ji 12 rûpelên rengîn e.

Kitêba yekê bi navê Gula Gulberoj e. Tê de, Hitokê bi dayika xwe re diçe nava zevîyekî û xweşikahîya xwezayê nas dike.

Kitêba duyê Baxçeyê Zarokan e. Tê de Hitokê dest bi dibistanê dike. Dayika wê pê ra diçe û ew pêşî ditirse, lêbelê paşê hevalên wê çêdibin û ji dibistana xwe gelekî hez dike.

Kitêba sêyê Dîno ye. Tê de Hitokê li kolanan kûçikek bi navê Dîno nas dike. Gelekî jê hez dike, bi hev re dilîzin, lê carinan dayika wê destûrê nade ku ji Dîno hez bike.

Kitêba çarê Dîlan e. Çîrok bi strana gelêrî  “De bi lûr lûr, lûr teşiyê” dest pê dike.

Hitokê cara ewil bi dê û bavê xwe re diçe dawetekê û gelek kêfa wê tê. Hitokê bi cil û bergên xwe yên gelêrî li dawetê ye.

Kitêba pêncan Nexweşî ye. Tê de Hitokê bi dayika xwe re diçe sûkê. Dayika wê ji bo zivistanê cil û bergên stûr dikirre, lêbelê Hitokê cilên tenik li xwe dike û bêyî ku haya dê û bavê wê jê hebe, diçe li parka ber mala wan dilîze û paşê nexweş dikeve.

Ji kitêbxaneya Kurmancî ya ji bo zarokan re li ser xêrê be.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN