Melikê Împaratoriya Asûrî Aşûrbanîpal ew melik e ku ji xwe re digot, melikê dinyayê, melikê Împaratoriya Asûrî. Ew beriya mîladê di navbera 669 û 631´an (yan jî 629´an) de ew melik bûye. Hasil, ji doh ve êdî şev ji rojan dirêjtir in heta Newrozê. Ev lewhayên ji kîlê yên ku hûn dibînin hem elaqedarî Aşûrbanîpal in û hem jî elaqedarî gera dinyayê li dora rojê ne. Ev lewhe ji Aşûrbanîpal re hatiye nivîsîn û wî agahdar dike ku havîn êdî ber bi payîzê ve diqulibe û vê rojê şev û roj biqasî hev dirêj in. Ango ev lewhe peyamek e ku bêhtirî 2600 salan kevin e.
FRANKFURT