Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-BÎM) derbarê çalakiyên gerîlayan ên di 22-23’yê îlonê de li Bakûrê Kurdistanê hatin lidarxistin de agahiyên berfireh da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 22'ê Îlonê de di saet 21.00'an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya herêma Wanê polîsek ji aliyê gerîlayan ve hatiye kuştin.
HPG’ê derbarê çalakiyê de ev agahî dan: “Artêşa dagirker a tirk a li beramberî serweriya gerîlayên me yê li xeta Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê tengav bûye, ji bo kontrolên asayî yên gerîlayên me asteng bike ji 23'ê Îlonê ji saet 05.00'an heta 24.00'ê Îlonê saet 05.00'an riya Gever û Oramarê li çûn û hatinê qedexekiriye. Di 23'ê Îlonê de ji saet 12.00'an heta 24'ê Îlonê 05.00'an Çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Ev hefteyeke li navçeya Gevera Colemergê li Dola Sertêl, Girê Çeta û Deriyê Goma ji aliyê qereqola Şitazinê ve bi hewan û obusan bi navber tê bombekirin.”
Li helîkopterê xistin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 23'ê Îlonê de jî li dijî helîkoptereke ji navçeya Qaxizmana Qersê ber bi Agiriyê ve diçû li nêzî quntarên Aşikdedeyê gerîlayan çalakiyek lidarxistine. HPG diyar kir ku helîkoptera derbe xwariye neçar maye li qereqola Çemê Çeto bi lezgînî dakeve.
24 seatan kontrola rê
HPG’ê der barê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanc de jî agahî da û da zanîn ku di 23'ê Îlonê de di navbera saet 14.00-17.30'an de li ser rêya navçeyên Pasûr û Hezo ya Amedê gerîlayan rê kontrol kirine. HPG’ê da zanîn ku di 22’ê Îlonê de jî riya di navbera Dersim û Erzinganê de 24 seatan ji aliyê gerîlayên ve hatiye kontrolkirin.
Ji sê milan çalakî
Di daxuyaniyê de HPG´ê diyar kir ku di 23'ê Îlonê de jî li navenda Dersimê li dijî Tabûra Komandoyan a li herêma Bestê (Geyiksû) gerîlayan ji 3 milan ve çalakiyek lidarxistine. Hat diyarkirin ku encamên çalakiyê nehatiye zelalkirin û paşê wê encam ji rayagiştî re were eşkerekirin.
2 mamoste serbest berdan
Du mamosteyên ku di 22’yê îlonê de ji aliyê gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-Star) ve hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan. Navenda Çapemeniya YJA-Starê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî lêpirsînên wan 2 mamoste serbest hatine berdan.
Li Kato´yê şerê dijwar
Ji aliyê din şer û pêvçûnên li çiyayê Kato yê Elkê doh jî dewam kir. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li navçeya Elkê ya Şirnexê şerên dijwar rû didin. Hat diyarkirin ku leşkerên derketin operasyonê li bejahiya Navgira yê nêzî gundê Setkarê tên rawestandin û nikarin pêşbikevin. Herêm ji aliyê 4 helîkopterên kobra ve heya serê sibê hate bombebarankirin û herêma Çiyayê Katoya Jîrka jî gulebaran kirin. Hate diyarkirin ku li nêzî gundê Setkarê 8 wesayîtên zirxî yên bi navê kirpî û gelek leşker dimînin. Fermandariya Tûgaya navçeyê jî Katoya Jîrka û Katoya Marînosê bomebaran kir.
Hat diyarkirin ku, leşkeran bang li gelek cerdevanên navçeyê û gundan kirine ku tevlî operasyonê bibin, lê cerdevanan ev qebûl nekirine, nerazîbûn nîşan dane û gotine ewê dernekevin operasyonê.
Li Payîzava çalakî
Hat diyarkirin ku gerîlayên HPG´ê li navçeya Wan Payîzavayê li dijî Fermandariya Cendermayan a navçeyê pêr bi çev bi çekên giran çalakî lidarxistine. Der barê encamên çalakiyê de ti agahî nehatin dayîn.
Li Wanê 2 kes hatin kuştin
Ji aliyê din ve li gundê Zêvkê yê girêdayî Wanê pêr êvarê polîsên tevgera taybet bi ser malekê de girtin û 2 kes kuştin. Hat îdîakirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane endamê HPG´ê ne. Şahidên bûyerê anîn ziman ku di serdegirtinê de şer rû nedaye û polîsan her du kes înfaz kirine.
Nasnameya gerîlayekî hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê di 21’ê Îlonê de li navçeya Çelêya Colemêrgê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da aşkerekir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şerê li navçeya Çelêya Colemergê de gerîlayê HPG´ê Sadiq Sofî Ehmed, bi nasnav Agir Şiyar ku li Urmiyê ya Nexede ji dayîk bûye jiyana xwe ji dest daye."
ANF/BEHDÎNAN