Axaftina vekirinê li ser navê komîta amadekar Celal Mûsa kir. Mûsa bixêrhatina mêvanan kir û di axaftina xwe de li ser zor û zehmetiyên ku gelê Rojava dijin sekînî û got: "Ji bo pêşveçûn û serkeftina gelê me yê Rojava, pêwiste gelê me yî Ewropa bibe alîkar. Ji ber ku azadiya Rojava, azadiya tevahiya Kurdistanê ye."

Li ser navê Komela Malbatên Mexdûr û Wendahiyan - KOMAW Alî Omer axaftinek kir û bal kişand ser berxwedêriya gelê Rojava. Omer got; "Gelê me li Rojava ji bo azadiya xwe, ji bo maf û xweseriya xwe di nav berxwedaneke pîroz de ye û bi biryar têdikoşe. Em dizanin ku gelê me di nav derfetên zor û zehmet de, di nav êrîşên çete û dagirkeran de liberxwe dide û bedelekî giran dide. Ji bo vê jî pêwiste ku her kurdê welatparêz xwediyê helwesteke piştgirî û alîkariyê ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê be“.
‘Rewş xeter e’
Li ser navê Heyva Sora Kurdistanê jî Mûsa Mûsa, ku beriya demekê çû bû Rojava axivî. Mûsa di axaftina xwe de çavkaniyên xwe yî Rojava bi beşdarvanan re parvekir û got: „ Gelê me yî Rojava birastî jî di rewşeke xerab de ne. Her tişt bûha ye. Nikarin tistekî bikirin. Gel birçî ye. Ku hebe dixwun û ku nebe jî naxwun. Şer dijwar e. Pêwiste gelê me yî Ewrupa alîkariyeke xurt bikin û gelê Rojava bi tenê nehêlin“.

Muslim: Berxwedan didome

Hevserokê  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku beşdarî şevê bû wiha axivî: " Lîstikên mezin têne meşandin, dixwazin Kurdan bi hev bidin xistin. Li Helebê, li Efrînê, li Serêkaniyê xwe ceribandin lê biser neketin.   Dema li Efrînê û Amûdê êrîşî me kirin, di nav wan de hinek Kurdên xayin jî hebûn. Li ber me deriyên sînoran digrin. Lê em namûs û serefa xwe nafiroşin. Ev şeş meh in em ava dara vedixwun lê em xwe nafiroşin. Kesên ku dijminê gelê xwe ne, di dîrokê de cihê wan tune. Em girêdayî serokê xwe, şehîdên xwe ne. Weke deynekî azadkirina Rojava liser milê me ye. Ev berxwedan wê berdewam be.  Bi alîkarî û piştgiriya we gelê me yî Ewropa jî, ev tekoşîn wê bêrawestan berdewam bike û serkeftî bi encam bibe. Azadiya Rojava azadiya Kurdistanê giştî ye“.
Piştî axaftinan, sînevizyona di derbarê zehmetî û xizaniya gelê Rojava de hat weşandin. Li gel stranbêjên herêmî mîna Roj Ali, Azad Cawîş, Nurî Can, hunermendên mîna Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Peywan, Hekîm Sefkan, Kawa, Bengî Agirî jî derketin ser dikê û bi stran û helbestên xwe piştgirî û alîkarî dan şoreşa Rojavayê Kurdistanê.


EVÎN AKSOY/TROISDORF