Hefteya Çanda Kurd a li bajarê Basel ê Swîsreyê, pêr bi panelekê dewam kir. Panel bi mijara “Mîrateya Çandî, Sûr û Cizîr” hate lidarxistin û gelekî bal kişand. Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz, lêkolînker-nivîskar Mehmet Bayrak û derhênera Swîsreyî Anîna Jendreyko tevlî panelê bûn. Di panele de mijarên dîrokî, çandî û rojane hatin nîqaşkirin. Parlamenterê SP Mûstafa Atici û Parlamentera Partiya Keskan a Meclîsa Federal a Swîsreyê Sîbel Arslan jî cihê xwe di panele de girtin. Panel piştre bi hunera enstrumantal a hunermendê Swîsreyî Danîel Steîner û Kendal Matûr qediya. Di çarçoveya Hefteya Çandê de duh jî fîlmê li ser Roboskî hat nîşandan, panel û şevbêrk hatin lidarxistin.
BASEL