MIHEMED HESEN / ROJNEWS/RANYA
Şevbihêrk yan jî bi gotina xelkê deverê şewçereyên taybet ên ji bo şevên zivistanê, li Ranyayê jî reng û tamên şevan in. Bi şev li xelkê gundê Gulan kom dibin û bi hev re hêjîr, mewîj, guz û behîvan dixwin.
Li gundê Gulan ê li bakur rojavayê bajarokê Serkepkanê, em çûn serdana mala Dayê Asya û Mam Ehmed. Serkepkanê li Ranya ye û ew jî ser bi Îdareya Raperînê ye. Bi şewçareyên bi tam û xweş, ew peşwaziya me dikin.
Asya Îsmaîl havînan çend rengê fêkî hişk dike û ji bo zivistanê dihêle. Mewîj, stûk, hêjîr, behîv, hinar û sêv ji van fêkiyan in. Ji derveyî van, guz û gulberoj û çend corên çerezên din jî dihêlin.
Şêniyên gund, tamê ji şewçereyên Dayê Asya dibînin. Lê, xwarina behîv, mewîj, hêjîr û çend corên din li ber supa daran tamek cuda didin. Ehmed Qadir û Asya qala salên bihurî dikin.
Her çiqas li gund hîna karê komînal yanî palûte maye jî, Dayê Asya û Mam Ehmed diyar dikin ku li gorî berê hevkarîkiriya hev kêm bûye.
Niha jî pirraniya şevan şêniyên gund serdana hev dikin, şevên xwe bi lîstikên Kurdewarî û axaftinên xweş dibihurînin.