BOTAN GERMIYAN / ROJNEWS/GERMIYAN
Şevê zivistanê hunermend û dostên wêjeyê û welatî li Mala Çandî ya Germiyan ji bo şevbihêrkan li hev kom dibin. Bi cilûbergê Kurdewarî, lîstik û xwarinên kurdewarî şeva xwe derbas dikin. Bi vê, armanca wan parastina çand û adetên Kurdî ye.
Şevbihêrkê tamek xwe ya taybet û Kurdewarî heye ku di vê şevê de helbest tên xwendin, stran tên gotin, çîrok tên gotin û lîstik tên lîstin. Herwiha xwarinên weke klawên, kuncî û xurmeyan tên xwarin. Kesên beşdar jî, cilûbergên Kurdî li xwe dikin.
Piştî xwarinê jî govend tê gerandin.
Xwediyê Mala Çandî ya Germiyanê, Saleh Kelepor got; “Ji bo ku çand û adetên resen ên Kurdewarî kal nebin û nişfê nû pê şa bikin, pêwîst e timî kom bibin.”
Aliyê nû û belkî cihê lome û gazinan ew e ku berê xasma jî li Rojhilatê Kurdistanê jin jî beşdarî şevbihêrkan dibûn, lê li Germiyan niha ev rabûye.