Li Stenbolê ji bo Nesrîn Şêrwan şevbihêrka dengbêjan a du rojan ji alî Chalak Events ve tê lidar xistin.
Chalak Events, par di meha Îlonê de ji layê 5 xwendekarên zanîngehên Stenbolê ve wekî platformeke çandî û hunerî li Stenbolê hatibû avakirin. Heta niha çalakiyên cûr bi cûr çêkirin. Chalak Events vê carê jî bi du şevbihûrkên dengbêjan xwe li çalakiyan germ dike.
Şevbihêrkên ji bo bibîranîna Nesrîn Şêrwan, li Stenbolê 22 û 23´ê vê mehê li Stenbolê tê lidarxistin. Mêvanên şevê, Cemalê Mihê, Dengbêj Kurdê, Avdilayê Goyî û Henîfa Şirnexî ne. Di wan şevbihêrkan de kilam, payîzok, heyranok û lawik ên Botanê dê ji aliyê çar dengbêjên Botanê ve wê bên gotin.
Guhdariya awaz û dengên çiyayî bikin
Şevbihêrka 22´ê vê mehê (Kanûn) li ŞA Performansê wê pêk were. Şevbihêrka 23´ê Kanûnê jî li Şevîn Teras Cafeyê li dar dikeve. Chalak Event derheqa şevbûhêrkan de daxuyaniyek belav kir û got: ”Di van şevan de kilam, payîzok, heyranok û lawik ên Botanê dê ji aliyê her çar dengbêjên Botanê ve bên gotin. Ev şev wê ji bo bibîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê bê li dar xistin. Em ê bi hev re guhdariya awaz û dengên çiyayî bikin, dengbêjên me wê bi dengekî berz û zelal bistrînin. Bûyerên ku di dîrokê de qewimîn, dê nûjen bikin û li me nifşên nû bidin nasandin.”
Herçî bixwaze beşdarî wan şevbihêrkan bibe, dikare bilêtên xwe ji ŞA Performas û Şevîn Teras Cafeyê, û di şeva çalakiyê de li ber derî ji Chalak Eventsê bikirre.
Nêzî 500 stranan berhev kirine
Dengbêj û stranbêj Nesrîn Şêrwan, di sala 1929´an de li gundekî Şirnexê hatiye dinyayê. Li Radyoya Bexdayê xebitiye û nêzî 500 stranan berhev kiriye. Wê gelek hunermendên hevçaxa xwe yên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Resûl Gerdî, Şemal Saîb, Kawês Axa nas kirine û stranên du qolî li gel wan gotine.
STENBOL