Bi sponsoriya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk, Navenda Baqî Xido ya bajarê Kobanê şevbuhêrkek hunerî bi beşdariya hunermend û şairên herêmê li dar xist. Xelkê bajêr jî elaqe nîşanî şevbuhêrkê da.
Di destpêka şevbuhêrkê de Hemê Kobanê helbest gotin û Kamil Hesen, Ezîz Kendal stran gotin. Her wiha hunermend Bêrîvan Wekresan Kobanê, destana Derwêşê Evdî bi stranî got.
Navendê da zanîn ew dixwazin hefteyê carekê, pêncşeman şevbuhêrkan li dar bixin.
ANHA /KOBANÊ