Li hinek herêmên rojhilatê Avûstûralyayê tevî şewateke mezin, baran, teyrok û bahozeke mezin rabû.
Li Eyaleta Başûrê Galler a Nû 20’ê Çile bahozeke mezin rabû. Bahoza ku her tişt da ber xwe gelek bajar tarî kir.
Li gel Melboûrne ya paytexta Eyaleta Vîdcotriya ya dikeve başûr û dîsa hinek herêman teyrok barî.
Li paytexta Avûstûryayê Canberrayê jî teyrok barî. Ji ber barîna teyrokê gelek tar şikestin û servîsên meterolojiyê ragihandin ku wesayîtên xwe ji dar û dîrekên elektirîkê dûr bixin.
Li Avûstûralyayê bi taybet ji dawiya meha Îlonê û vir ve şewatên agir bi daristanan ketibû û hê jî dewam dike. Heta niha 29 kes mirin, nêzî 2 hezar mal û 1 milyon hektar zevî bûye xwelî. Li gorî texmînên lêkolîneran 1 milyar lawir jî mirin.
NAVENDA NÛÇEYAN