Şewba li Çînê dibe sedema metirsiyê û 40 milyon mirov li Çînê xistin karantînayê.
Piştî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku diyar kir, ji bo ragihandina rewşa lezgîn a navneteweyî hîn zû ye, rewşa li Çînê girantir bû. Zêdeyî 40 milyon mirov xistin karantînayê.
Li gorî bîlançoya fermî, vîrûsa ku di nava meha Kanûnê de li bajarê Wûhanê xuya bû, bi giştî bi 830 kesî ketiye û 26 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber Sersala Nû ya Çînê ku îro ye, fikar hene ku vîrûs bi lez belav bibe. Normal bi sedan milyon mirov di sala nû de cih diguherînin.
Rayedaran roja Pêncşemê bajarê di pratîkê de Wûhanê xistin karantînayê ku nifûsa xwe 11 milyon e. Şêniyên bajêr ji tirsa vîrûsê ji malên xwe dernakevin. Seferên trenê rawestiyan, rê hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN