Cûlê Hesen jineke ciwan a şêwekar e. Ew bi xwe ji Şengalê ye, lê belê niha penaber e li Kampa Êsiya ya li bakurê Deşta Mûsilê. Ew di nava şert û mercên xirab ên kampê de, bi kêm derfetan nexasim jî bi qelema reş a rijiyê şêwekariyê dike, herî zêde jî portre û rûyên jinan xêz dike. Bi ya wê rû û dêmê jinan ji bo estetîkeke hunerî guncawtir in û bala yê hember jî bêhtir dikişînin. Lê ew li derveyî portre, rû û dêmê jinan, bedena wan jî xêz dike. Ew dibêje, di nava civakê heq û hiqûqa jinê kêm e, û ew dixwaze bi hunerê xwe cih bide jinê, tiştên di heyata wê de tên serê wê û xewn û hêviyên wê. Li ber her berhema xwe çar pênc rojekî rûdine. Ew dibêje, ew dixwaze xwe di vî hunerî de şarezatir bike. Heta niha wê kariye di gelek pêşangehan de beşdar bibe û gelek tabloyên xwe jî bifiroşe. MÛSIL