Navenda Hunerî ya Şêwekariyê ya Mistefa li Kerkûkê bûye navendeke civandina nasnameyên cihê yên bajêr. Li vê navendê dûr ji nakokiyên siyasî, hunermend û şagirt wêneyekî jiyana hevbeş ê Kerkûkê bi hebûna xwe xêz dikin.

Kerkûk, bajarê Başûrê Kurdistanê ye ku gelek çand, komîn etnîk û diyanetên cihê lê dimînin. Ji ber destwerdana Tirkiyeyê, xwedûrgirtina Bexdayê ji çareseriyeke siyasî û nakokiyên aliyên Kurd, navê Kerkûkê bi pirranî bi pirsgirêkên siyasî tê hildan. Lê, ji şer û aloziya aliyê siyasî yên li pey pile û erkan dûr, welatiyên Kerkûkê bi hev re wêneyekî xêz dikin û ew wêne jî yê bihevrejiyanê ye.

Li bajêr Kurd, Ereb, Tirkmen û Aşûrî bi bawerî û mezhebên cûda çawa hene, wisa jî li Navenda Hunerî ya Şêwekariyê ya Mistefa, kom bûn û wêneyên jiyana hevbeş çêkirin.

Navend sala 2014’an, ji aliyê komek hunermendên şêwekariyê ve hatiye avakirin û derfetê dide ku hunermend tê de wêneyan çêkin.

Zarok û kesên bi temen û navsere jî di navê de, her kes bi hevre kar dike. Herî zêde ew kesên ku serdana navendê dikin, xwendekarên zanîngehê ne yan jî peymangeh qedandine.

Ji bo yekrengiyê ji mejî bibe

Navenda wênesaziyê rastî elaqeyeke mezin a welatiyan tê. Li navendê welatî fêrî wêneçêkirinê dibin û bi hev re wêneyên jiyana hevbeş çêdikin. Welatî li navenda şêwekariyê bi hev re kar dikin û nakevin nava aloziyên aliyên siyasî. Armanca kesên ku xwe fêrî wêneyan dikin, ew e ku yek rengiyê ji mejiyê mirovan derxînin.

Welatiyê Ereb ku beşê dixtoriyê xwendiye û Rêveberê navendê Mistefa Ehmed li ser dewreyên perwerdeyê yên li navendê got, “Di destpêka dewreyê de ew  kesên bixwazin fêrî hûnerê şêwekariyê bibin, em wan perwerde dikin û ji bo dewreyên pêş wan amade dikin.”

Dibêjin nakokî hene lê bi hev re dijîn

Mistefa Ehmed keyfxweşiya xwe diyar kir ku li navendê hemû pêkhateyê Kerkûkê li hev kom dibin û wiha peyivî: “Ez pirr serbilind im ku min kariye li vê navendê hemû pêkhateyan kom bikim. Hemû jî dibêjin, li Kerkûkê nakokî hene. Lê, ev ne rast e, em dibînin ku Kurd, Ereb, Tirkmen û pêkhateyên din bi keyfxweşî û bi yek armancê bi hev re dijîn.”

Welatiyê Kurd Şiwan Wirya ku li zanîngeha Kerkûkê beşa Endezyariyê qedandiye, ev qederê mehekê ye ku diçe navenda şêwekariyê û perwerde dibe. Wî got, “Kurd, Ereb, Tirkmen, Aşûrî û tevahiya mezheb û pêkhateyên bajarê Kerkûkê bi hev re dijîn. Bi giştî wêneyê jiyana Kerkûkê dineqişînin. Çi cudahî di nava me de nîne, fikrên siyasî çi dibe bila bibe, em hemû xwişk û birayên hev in.”

Hesteke efsanewî çêdikim

Xwendevan û welatiya Tirkmen a bi navê Meryem Ehmed a 13 salî, ji bo bibe wênesazekî baş tê navendê û wê got, “Dema ez wêneyan çêdikim hesteke efsanewî çêdikim. Bi xeyalên xweşiktiya xwezayî û bi eşqeke mezin kaxeza xwe dixemilînim.”

Meryem Ehmed diyar kir ku bajarê Kerkûkê wateya xwe ya cuda li gel wê heye û wiha axivî: “Kerkûk tê wateye jiyana hevbeş. Hevalên min yên Kurd û Ereb jî hene. Em hemû ji xelkê Kerkûkê ne û bi hev re dijîn, dikenin û pirr keyfxweş in.”

 

ROJNEWS / KERKÛK