Parlamenterê YNK’ê yê Herêma Kurdistanê Salih Feqî ji bo rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê got, “Yekane bi kombûna desteyên jor ên aliyên siyasî yên herêmê biryara derbarê krîzan de dikare bê dayîn û PDK jî nikare bi tena serê xwe bi şêweyekî dîktatorî biryaran bide.”
Parlamenterê Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK)’ê Salih Feqî diyar kir ku civîna pêr a Parlemana Herêma Kurdistanê ti encamek nebû û di dewama axaftina xwe ya ji Rojnewsê re got, “Hemû hewldanên ji bo kombûna parlemanê ez bi erênî dinirxînim. Belê di mercên heyî de wê ti encameke van kombûnan jî nebe ku di bin zextên PDK’ê de pêk werin.”
Parlamenter Salih Feqî di dewama axaftina xwe de got, divê PDK baweriyê bide aliyên din ên siyasî li ser çareseriya krîzan û wiha peyîvî; “PDK nikare bi tena serê xwe li ser çareseriya krîzan bi şêweyekî dîktatorî biryaran bide. Ji ber ku aliyên din ên siyasî jî hene. Divê biryar û îradeya wan jî li ber çavan bê girtin.”
Salih Feqî bal kişand ser bê encambûna civîna pêr a Parlemanê û wiha pêde çû; “Divê PDK berjewendiyên giştî bibîne. Dest ji berjewendiyên yekalî berde. Ji ber ku ne tenê ew xwediyê vî welatî ne. YNK jî xwedî desthilat û hêz e. Di şert û mercên heyî de kombûna parlemanê ku tenê aliyek xwe weke desthilat bide diyarkirin, wê ti encam û sûdeke xwe nebe. Wê nikaribe krîzên heyî çareser bike.”
‘Tenê parleman yasayî ye’
Salih Feqî got ku ji derveyî desthilata parlemanê yên din hemû desthilatên hizbî ne û bi bîr xist ku niha her sê serokatiyên herêmê bi fermî ne li ser kar in û ne rewa ne. Feqî got; “Di nava şert û mercek wiha de li parlemanê biryarek sûdmend nikare were dayîn. Li hemû cihên dinyayê parleman karên hikûmetê dişopîne, belê li cem me destûr nayê dayîn ku parleman karê xwe bike.”
Di dawiyê de Salih Feqî got ku kombûnek parlamentoyê ya bêyî serokê parlemanê ne fermî ye û wiha bi dawî kir gotinên xwe “PDK nikare bi şêweyekî dîktatorî li ser navê aliyên din biryaran bide. Ev ne fermî ye. Tenê ev mafê parlemanê ye. Dema ji parlemanê derket, bi tenê hingê êdî dibe ku her alî yan jî hizbli ser navê xwe biryarê bide.”