
Şêwirmendê Serfermandarê Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîqa (DYA) John Wayne Troxell, leşkerên amîrên Joseph Dunford ên Iraq û Sûriye yên Emerîkî û Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ziyaret kir. Troxell, piştî ziyaretê çavdêriyên xwe yên li herêmê di malpera fermî ya înternetê ya Wezareta Paratina DYA'yê de parvekir. Troxell, diyar kir ku heri zêde ji QSD'ê bawer bû û ji herêmê qetiya.
Hemû kes bi QSD’ê bawer e
Serbaz Troxell ku Kobanê ziyaret kir, diyar kir ku hemû kesên li wir baweriya xwe ji QSD'ê tînin û wiha got: "Li wir hêzek hevpar ava kirine. Artêşa DYA'yê li Sûriye piştgiriya perwerdehî û leşkerî dide QSD'ê. Ez ji QSD'ê bi awayekî pir bi bawer û ewle ji herêmê vegeriyam. Ez li Irakê li bajarê Hamam al-Alil bi leşkerên Emerîkî û rayedarên Iraqê re hatim cem hev. Li Kobanê beşdarî peywira dewriyê bûm. Min QSD di nava tevgerê de dît. Hemû kesen li herêmê baweriya xwe bi QSD'ê tîne. Li wir hêzek hevpar a ewlehiyê avakirine. Artêşa DYA li Sûriyê piştgiriyê dide QSD'ê. Ez bi awayekî herî xurt bi QSD'ê bawer bûm û ji herêmê qetiyam.
QSD hêzeke bidisîplîn e
Serşêwirmendê Durnford Serbaz Troxell, anî ziman ku QSD hêz û artêşek ku xwe bi rêxistin dike û bi rêxistinî pêşve diçe. "Her çend dibistan û rutbeya wan a fermî tune be jî, lê rêber û pêşengê her yekîneyê hneye. Leşkerên QSD'ê di temên 20 salî de ne. Fermandarê wan ji leşkerên bi tecrûbe û temenmezin pêk tê. Heta niha di nava şirîkê me yê herî baş de QSD ye. Troxell destnîşan kir ku Artêşa DYA dê baweriya xwe berdewam bike û piştgiriya QSD'ê bidomîne û QSD dê bi bandortir bibe.
Troxell detnîşan kir ku şervanên QSD’ê di cudahiya ku di nava şerekî giran de ne û ji ber ku malbatên gelekan ji wan li Reqayê ne dixwazin zsû biçin wir lê belê dizanin ku pêwistî bi amadekirina qada muharebeyê jî heye.
Hêzeke pispor e
Şêwirmendê Emerîkî têkildarî ast û pisportiya hêzên QSD’ê jî ev nerîn parve kirin: “Em çiqasî zêde hevkariyê bikin… û di mijara taktîkî de em çiqas şêwirmendan wezîfedar bikin wê hevqasî bi bandor be. Dema beriya biçin hedefê derbarê şêwazê xwe veşartinê de çavdêriyên me çebûn. Di van çavdêriyan de ez gihiştim wê baweriyê ku hêza herî hindik pêwistiya wan bi şêwirmendê me heye QSD ye.“
WASHÎNGTON