GOPPÎNGEN: Li bajarê Goppîngenê, li salona mala ciwanan a Durerwegê koma Jinên Elewî merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de semah hat gerandin û helbest hatin xwendin. Nivîskar lêkolîner Ethem Xemgîn, Azîz Tûnç, Helbestvan Ahmet Dumrul, Pîr Metîn Bayrak û hunermend Saglam beşdarî merasîmê bûn. Di axaftinan de hat gotin, "Em ê êşên xwe, hêviyên xwe bikin raperîn û hêrsê û bi vî rengî hesabê komkujiyê bipirsin."

BIELEFELD: Komkujiya Sêwasê li Bielefeldê jî hat şermezarkirin. NAV-DEM'ê li vir meşek organîze kir ku li Meydana Rathausê destpê kir û heta stasyona navendî ya trênan a bajêr dewam kir. Di çalakiyê de tevî pankarta li ser nivîsandî "Madimak hê dişewite", girseyê wêneyên êrişên dewleta Tirk ên li dijî Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û Geverê hilgirtin.

KIEL: Li Komeleya Civaka Elewî ya bajarê Kielê jî qurbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî hatin bibîranîn. Serokê Civaka Elewiyan a Kielê Hasan Yeşîlbaş di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku komkujiyên li hemberî Elewiyan hê dewam dikin û got, "Divê ev jî neyê ji bîrkirin; me di her demê de berdêl dan, lê me serî netewand, em ê netewînin." Di merasîma bîranînê de şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş a di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dayî jî hat bibîranîn.

STRASBOURG: Endamên Komuna Jinê ya Şehîd Armanc, li bajarê Fransa Strasbourgê ji bo bibîranîna qurbaniyên Komkujiya Sêwasê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bal hat kişandinî ser komkujiyên li Kurdistanê û daxwaza bidawîbûna van komkujiyan hat kirin. Çalakî bi gotina dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Ji bo Kurdistanê çareseriyeke siyasî", "Kujer Erdogan" û "Ji Ocalan re azadî" bi dawî bû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN