Sekreterê Yekîtî Mihyeddîn Şêx Alî li salona Ayanda ya li Kantona Efrînê semînerek da û got ku sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê ne li dijî yekîtiya xaka Sûriyê ye. Şêx Alî di semînerê de her weha behsa Cejna Newrozê jî kir û got,  di vê rojê de gelê Kurd hebûna nasnameya xwe ifade dike.


‘Federaliya Demokratîk yekîtiya Sûriyeyê xurt dike’

Şêx Alî da xuyakirin ku ragîhandina Federaliya Demokatîk a Rojava-Bakurê Sûriyê ne li dijî yekîtiya Gelê Sûriyê ye û weha pê de çû: “Welatekî bi destûrekê ku piraniya şêniyên Minbic, Ezaz û deverên din jî bi çavên xwe hovitiya DAIŞ’ê dîtin. Dewleta Tirkiyê naxwaze gelê wê herêmê ji çeteyên DIAŞ’ê rizgar bibe, û Kobanê, Efrînê bigihêjin hev. Federaliya demokratîk projeyeke pêşketiye dikare hebûna herêmê yekbûyî li ser esasê parastina mafê hemû pêkhateyan xurt bike.”

Her weha Şêx Alî, bal kişand ser doza Kurd li Bakurê Kurdistanê jî ev tişt anî ziman:”Pêwîste doza Kurd li Bakur jî bi riyên aştiyane bêne çaresrkirin.Pêwîst e mafê gelê Kurd ê parastina ziman û nasnameyê di destûrê de bêne misogerkirin.Serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo her kesî bi feyde ye. Tirkiyê û Îran bi hemû hêza xwe planan li dijî gelê Kurd dimeşînin û bê navber planan dikin. Bi hemû hêza xwe dixwazin doza gelê Kurd tune bikin.”

Şêx Alî koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê (Itîlaf) rexne kir û got, biryarên Itîlafê ne di destê wan de ne û da zanîn ku ji berjewendiya hin Kurdên di nava Itîlafê de mane dest ji siyasetên xwe berdin û ji itîlafê derkevin û weha dom kir: “Pêwîst e li rex gelê xwe bisekinin û dev cihê xwe berdin ê di êrîşê û propogandayên dijberî projeya Federaliya Demorkatîk, YPG û YPJ’ê.” 


 ANHA/EFRÎN