Di wêjeya klasîk a Kurmancî de gelek edîb û wêjevan hene ku pênûsa xwe ji bo libakirina wêjeya Kurdî tûj kirine. Ev edîb û wêjevan ên klasîk ji ber mekanîzmaya perwerdeya xwe bi piranî şêx, mela û feqî ne. Wekî mînak Şêx Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û hwd. Di nav van edîban de hev bandorkirin, di bin bandora hev de mayîn jî gelek caran tê dîtin. Mirov dikare bibêje ku li gorî dema xwe ji ber xwendin û nivîsandin di nav medreseyan de û malmezinan de li pêş e. Edîb û wêjevan hay ji berhemên hev hene. Di ser mahlasên xwe de helbestên hev referans nîşan didin, ji hev re xweşname û reşbelekan dinivîsînin.
Yek ji van edîbên mezin ên Kurdî jî Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Gundê Axtepê bi ser Bismila Amedê ve ye. Şêx Evdirehmanê Axtepî li gorî beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de ku ji aliyê Zeynelabîdîn Zinar ve hatiye amadekirin di sala 1850’yî de ji dayik bûye û dîsa li gorî heman çavkaniyê di 29’ê Adara 1910’an (ku hin lêkolîner dibêjin sala 1905) de ango berî 106 salan konê xwe ji vê dinyayê kom kiriye û çûye ber dilovaniya Xwedê.
Şêx Evdirehman destpêka xwendina xwe, pêşî di xwendegeha bavê xwe de li gundê Axtepê û li cem bavê xwe kiriye. Piştre çûye başûrê Kurdistanê, di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Piştî wefata bavê wî, ew bi şûnde hatiye Axtepê û li şûna li xwendegeha bavê xwe dersdarî kiriye. Heta ku birayê wî Şêx Mihemed Can li Şamê xwendina xwe kuta kiriye û vegeriyaye hatiye Axtepê. Piştî ku Şêx Evdirehman dersdanê spartiye birayê xwe û wî jî xwe daye ser nivîsandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, nivîsandinê domandiye.
Berhemên şêxê nemir
Şêx Evdirehmanê Axtepî di helbestên xwe de, piranî nasnavê Rûhî ji xwe re bi kar aniye û hin caran jî xwe bi navê Şemsedîn bi nav kiriye. Şêxê nemir, li pey xwe çar pirtûk diyarî hiştine:
Rewdneîm; Ev pirtûka bi navê Rewdneîm pirtûka wî ya herî mezin e û xwerû bi zaravê Kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnar e ne, ku bi helbestkî li ser jiyana pêxember Mihemed gotiye. Xisleta tê de rewşa çûn û hatina pêxember Mihemed a Mî’racê beyan dike. Lê belê di nav wan helbestên olvanî de, Şêxê me hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser Tirk û Ereb û Farisan jî. Ew nusxeya orjînal a Rewdneîmê ku Şêx Evdirehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. Zeynelabidîn Zinar ew di 1965-66’an de li ba Evdirehmanê nebiyê wî dîtiye. Di pirtûkê de 35 beş hene. Babeta her beşekê jî cuda ye û 4531 beyt in. Wekî kêşa Mewlûda Melayê Bateyî, malikên Rewdneîmê jî tev bi yazdeh kiteyan dikişin, rewan in, bi kêş û qafiye ne. Her du rêz, bi eyni tîp qafiye ne, bi zarekî şîrîn û bi nikleka pir xweş li pey hev didomînin. Şêx Evdirehmanê Axtepî, çawa ku wî bi xwe di helbestekê de beyan kiriye, pirtûka xwe ya Rewdneîm di sala 1884’an de nivîsiye.
Lê belê helbestên Rewdneîmê, çendî ku tê de gelek peyvikên Erebî û Farisî jî hene bi Kurmanciyeke pir zelal û hêsa, hatine honandin. Her wiha tê de gelek peyv û bêjeyên Kurdî yên kevnare jî hene ku niha zêde nayên bikaranîn. Di sala 1988’an de, Zeynelabîdîn Zinar piştî wergirtina destûrê, bi alîkariya M. Emîn Narozî, Rewdneîmê ji tîpên Erebî veguhaztiye tîpên Latênî û di 1991ê de jî li Swêdê daye çapkirin. Ev çap 438 rûpel e.
Dîwana Rûhî
Ev pirtûka Şêx Evdirehman bi navê Dîwana Rûhî hatiye naskirin. Çawa ku li pêş jî hatiye gotin, Rûhî bernavkê Şêxê nemir e ku wî di helbestan de ji bo xwe bi kar aniye. Dîwan di sala 1876’an de hatiye nivîsandin. Bi tevayî 28 beş in û 471 malik in, tev bi kêş û qafiye ne û kiteyên wan bi jmar in. Her beşek li ser jmareke kifş bi kiteyan dikişe û hin pêncok jî tê de hene. Ev pirtûk jî, cara pêşî, di 11’ê Gulana 1980’yî de bi destê mele Zeynelabidînê Amedî, her dîsa bi elîfbêtina Erebî hatiye çapkirin. Piştre, Zeynelabîdîn Zinar jî ew di sala 1988’an de, ji tîpên Erebî veguhaztiye tîpên Latînî û di eyni salê de jî, weşanxaneya “Jîna Nû” di meha Îlonê de li Swêdê, bajarê Uppsalayê çap kiriye.
Li ser baweriyên cuda
Pirtûka bi navê Keşfîz’zelam xwerû bi zimanê Erebî ye û li ser fikra baweriyên cuda yên di ola îslamê de hatiye nivîsandin. Pirtûk 35 rûpel e. Lê heta niha jî çap nebûye. Şêx Evdirehman, pirtûka bi navê Kîtab ul Ebrîz jî bi zimanê Erebî nivîsiye. Li ser eyişandin û îsbata Qur’anê ku pirtûkeka asîmanî ye û ku ji aliyê Xwedê ve, ji Mihemed pêxember re hatiye hinartin. Pirtûk 81 rûpel e û heta niha çap nebûye.
Sedemên nivîsandina Şêx
Helbestvan û nivîskarê nemir Şêx Evdirehmanê Axtepî, sedemên herî girîng ku ev pirtûk nivîsîne, hin jê ev in ku der barê welatparêziyê de bi hin helbestên xwe aşkera gotiye ku dema mirov li van helbestên wî dinêre mirov dibêje bê ka ev malik ji aliyê Şêx Ehmedê Xanî ve hatine nivîsandin. Neteweperwerî û welatparêziya bi Şêxê nemir Xanî re di malikên helbesta Şêx Evdirehman de jî tên dîtin. Wekî mînak; Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner / Welê da li dinya bimînit eser/ Ku tirk û ecem qet nebên carekê/ Nehin kurdî şa’ir di misra’ekê / Bizanin ku şa’ir ji kurdan hene/ Ji ‘uşaqê tirk û ecem zêde ne…
NAVENDA NÛÇEYAN