Di merasîmê de endamê Komîteya Perwerdeyê ya Komeleya Êzîdiyan a Efrînê Ebdurehman Şamo jî axivî û bal kişand ser rola Şêx Hisên Birîmo di pêşxistin û fêrkirina civaka Êzîdî li ser hêmanên bingehîn a Êzdayetiyê.
Li ser navê malbata Şêx Hisên Birîmo jî kurê birayê wî Hadî Birîmo axiftinek kir û spasiya kesên hazir di merasîmê de kir. Di dawiya merasîmê de jî li ser navê oldarên Êzîdî li herêmê Pîr Şamo axivî û da zanîn ku Şêx Hisên valahiyek mezin li pey xwe hişt û got ku pêwîste ew valahiyê dagirin.
Şêx Hisên Birîmo di sala 1934’an de li gundê Xezawiyê yê Efrînê jidayik bû ye. Bawermend û yek ji mezinên ola Êzîdî bû. Şêx Hisên xwedî hêz û îradeyeke olî bû û di nava civakê de pir dihate hezkirin. Şêx Hisên Birîmo yek ji mamosteyên yekem ên Ola Êzîdî bû û gelek oldarên Êzîdî li ser destê wî fêrî naveroka ola Êzdahiyê bûn.
EFRÎN