Komên çete ji aliyê Seken Şebabî, Kolana Muxaberat û Eşerefiyê ve pêr bi şev êrişî taxa Şêxmeqsûd kir û hewl dan bikevin taxê. Li ser êriş û hewldana çeteyan, şervanên YPG/YPJ’ê bersiv da û şer qewimî. Şerî heta berê sibê dewam kir.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê li taxê, di encama van êrişan de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne, lê hejmarên zelal bi dest neketine.

Komên çete yên girêdayî Koalisyona Sûriyê tevî  bermahiyên ENKS’ê ji 16’ê Sibatê ve êrişî taxa Şêx Meqsûd dikin. Çete di van êrîşan de hemû rengên çekên giran bi kar tînin. Hêjayî gotinê ye ku çeteyan çekên kîmyewî jî li dijî sivîlan bi kar anî. Lê li hember van êrîşan raya giştî ya navneteweyî bêdeng e. 


 ROJNEWS/HELEB