
Komîteya Zimhêrê ya Meclîsa Hevbeş a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ard û madeyên sotemeniyê ji firneya taxa Hulok re, şandin û dê firne ji nû ve were vekirin.
Piştî ku şervanên YPG/YPJ′ê welatiyên sivîl li taxên ′Hulok, Bustan Başa, Heyderiyê, Şêx Faris, Biêdîn û Şêx Necar ên rojhilatê Helebê, Komîteya Zimhêrê di bin çavdêriya Komîteya firneyan a li taxa Şêxmeqsûd de 5 ton ard û hezar lître mazot ji firneyeke taxa Hulok re, bi rê kirin.
Şervanên YPG′ê destekê didin şêniyên taxên rizgarkirî jî. Qedriye Fehid ji şêniyên taxa Hulok a rojhilatê Helebê ye, û wê destnîşan kir ku çeteyan bermahiyên hebên genim û gelaşa textan dixiste nava hevîrê nan û wiha difrotine wan.
Endamê Rêveberiya Komîteya firneyan, Zahir Weqas dide zanîn ku taxa Şêxmeqsûd di bin dorpêça rêjîma Baes û çeteyên Koalîsyona Niştîmanî ya Sûrî de ye û rêya alîkariyê li ser taxê hatiye birrîn û wiha axivî: ″Me qederê 5 ton ard, hezar lître mazot ji firneya taxa Hulok re şandin û firne wê ji roja duşemê (îro) pê ve, dest bi kar bike.″
Bi gurbûna şerê li taxên rojhilatê Helebê, bi hezaran koçberên wan taxan berê xwe dan taxa Şêxmeqsûd. Meclîsa Hevbeş a taxa Şêxmeqsûd rojane 4 hezar û 500 torbeyên nan li şêniyên taxên ′Hulok, Bustan Başa, Bêdîn, Hêyderiyê, Şêx Faris û Şêx Neçar′ ên li taxê bi cih bûyî, belav dike.
ANHA / HELEB