Hunermendê Kurd yê li bajarê Hewlêrê Enwer Şêxanî jiyana xwe ji dest da.
Doh danê sibê ji ber nexweşiyê li Hewlêrê koça dawî kir.
Enwer Şêxanî di sala 1951’an de ji dayîk bûye, di sala 1970’an de dest bi karê hûnerî kir û cara yekem di şanoya Seretan de lîst.
Şêxanî herwiha damezrênerê Komeleya Hunermendên Kurdistan-Hewlêrê ye jî. Şêxanî di salên dawî de nexweşbû û doh li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
ROJNEWS/HEWLÊR