Beriya jiyana xwe ji dest bide, yanî 40 sal beriya 2012’an li bajarokê Şêra yê girêdayî Efrînê li gundê Qitmê yê 400 mal e çavê xwe li jiyanê vekir.  Malbatê navê Gulê lê kir. Belkî jî ji bo bibe gula welatê xwe… Belkî jî ji bo bibe gula çiyan, rûbaran û axa welatê xwe. Li welatê xwe dijiya. Lê belê li welatê wê hertişt di bin mêtîngerî, zext, zilm û îşkenceyê de bû. Lê di demên zaroktiya xwe de ji van tevan bêhay bû.

Ji ber polîtîkayên rejîma Baasê yên ku dixwazin Kurdistanê vala bikin, ji ber polîtîkayên xizan hiştinê, hê di zaroktiya wê de malbat koçberî Helebê bû. Li taxa kurdan a Eşrefiyê ya Helebê mezin bû. Li wir bi kesekê ji gundê xwe re zewicî. Derfet nebûn ku Gulê zêde biçe dibistanê, lê belê hê di zaroktiya xwe de xwediya lêgerînên mezin bû. Ji bo van lêgerînan jî xebatên li Rojavayê Kurdistanê yên Tevgera Azadiya Kurd deriyek vekir. Gulê di vî derî re derbas bû carekê! Ji ber vê yekê jî êdî şêwaz û rengê jiyanê wê ya ji wê kîliyê û şûnde li gorî van xebatan diyar dibû.
Gulê Selmo piştî têkilî danîna bi Tevgera Azadiya Kurd re hê di temenê ciwantiyê de di nava xebatên rêxistinî yên li Heleb û herêmên derdora wê de cih girt. Di nava komîteya kolana 15´emîn a taxa lê dijî de roleke çalak lîst û bi salan xebatên rêxistinî meşandin, têkoşîn da. Di dema meşandina van xebatan de gelek caran ji aliyê hêzên rejîma Baasê ya Sûriyeyê ve hate binçavkirin û lêpirsîn kirin. Di her cara hate binçavkirin de ji wan re got ku ew jineke kurd e, tiştê ku pêwîst e jineke kurd bike, ew jî dike. Hin hevalên wê girtin, avêtin zîndanê. Lê belê Gulê tevî îşkenceyên giran ên lê hatin kirin jî tu caran sucbarî qebûl nekirin. Piştî her lêpirsînê ji destê hêzên dewleta mêtînger rizgar bû lê şopên îşkenceyên giran ên lê hatin kirin jî li ser bedena wê man.
Gulê Selmo yek ji wan kesan bû ku di pîrozkirina rojên netewî yên kurd, an îlana şehîdekî de, an jî di çalakiyekê de beriya her kesî çav lê digeriyan. Mîna jineke ku di her şert û mercî de bi kincên netewî tevlî pîrozbahî, çalakiyan dibû dihate naskirin. Dema ku mirovan ji ber zexta rejîmê ne wêrabûn tevbigerin, Gulê li pêşiya girseyê tevî xwendina xwe ya kêm, daxuyaniyên çapemeniyê dixwendin. Ji bo mîkrofonên televizyonan ên dirêjî wê dibûn jî bêyî dudiliyeke biçûk û bitirse, daxuyanî didan û mafdariya doza xwe rawe dikir.
Dema ku li Rojava pêjna şoreşê dihat û gavên ber bi şorevê dihatin avêtin jî Gulê li refên herî pêş bû. Bi ezmûn û tecrûbeya ku di demên herî zehmet de bidest xistibû, di pêvajoya şoreşê de jî li pêş bû û rê nîşan dida. Gulê di avakirina saziyên şoreşê de jî xwedî roleke mezin bû. Di pêvajoya derxistina hêzên rejîmê ji bajar, navçe û gundên Rojava de jî yek ji kesayetên li herî pêş Gulê bû. Ji bo wê tirs tune bû. Ji ber vê lehengiya xwe jî li herêmên lê dima, tevî ku jineke temenê ciwan bû jî tim wê pêşengî dikir. Di derketina pirsgirêk, nakokiyekî, an pevçûneke navbera du malbatan de jî ji bo çareseriyê careke din çav li Gulê digeriyan. Ji ber ku yek ji wan kesan bû ku aliyên nakokiyê bi rêzdarî lê guhdar dikirin.
Di pêvajoya şoreşê de ji sazkirina meclîsa gel re mîna endama sazûmankar pêşengiyê kir. Piştî vê dîsa mîna endama sazumankar, di sazkirin û îlana meclîsa Yekîtiya Star de cihê xwe girt.
Beriya Newroza 2012’an bû. Gulê dîsa di nava xebateke mezin a amadekariya Newrozê de bû. Lê beriya wê li kolana 20´emîn a taxa Şêx Meqsûd amadekariya şermezarkirina tevkujiya 12’ê Adarê dihate kirin.
Di dema derbasbûna wan a kolanê re di navbera malbateke kurd û malbeteke ereb a bi navê Baggara de, ku tim ji malbatên kurd re pirsgirêkan derdixin, pevçûn derket. Gulê jî ji bo pevçûnê rawestîne û pirsgirêkê çareser bike dikeve navberê. Di wê kêliyê de di pevçûnê de çek tên bikar anîn û Gulê dibe hedefa guleyan. Gulê birîndar dibe û welatparêzên li wir wê digihînin nexweşxaneyê. Kurdên bûyerê dibihîsin çekên xwe derdixin, diherikin cihê bûyerê kom dibin û dixwazin êrîşî malbata Baggara ku bûne sedema birîndarbûna Gulê bikin.  Ji bo bûyer nebe şerê di navbera gelan de hewldan tên dayin û bûyer tên rawestandin.
Gulê heman rojê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Lê belê ji bo ku bûyer dernekevin, di destpêkê de malbatên berpirs ji taxê tên derxistin û paşê tê aşkerekirin ku Gulê jiyana xwe ji dest daye.
Gelê taxê heta sibehê li ber nexweşxaneyê dimîne û kes naçe malê. Dema serê sibehê tê diyarkirin ku jiyana xwe ji dest daye, li taxê dikan nayên vekirin û amadekariya merasîma cenaze tên kirin. Tax dikeve nava şîneke mezin, ji ber ku kedkar û pêşenga wan Gulê, jiyana xwe ji dest dabû. Biryar hat dayin ku cenazeyê wê li gundê lê ji dayik bûye were definkirin. Cenaze bi konvoyeke bi hezaran wesayitî ber bi gund ve bi rê ket û bi slogan hate pêşwazî kirin. Cenaze li ser milê rêhevalên wê yê jin ber bi goristanê ve birin. Cara yekemîn bû ku li Heleb û Efrînê cenazeyek li ser milên jinan dihate hilgirtin.
Piştî Gulê, bi dehan keç û jinên kurd ên leheng şehîd ketin. Gulê jî mîna yekemîn şehîda Yekîtiya Star a herêma Helebê kete dîrokê.
Mîna Gulê bi dehan jinên leheng ên kurd derketin û beriya wê jî hebûn. Rêhevalên wê û jinên ku mîna şopdarê wê cihê xwe di nava şoreşê de girtin li herêma Efrîn û Helebê di şopa wê de dimeşin û têkoşîna xwe didomînin.