
Yek ji pêdiviyên jiyanî ya gelê Rojavayê Kurdistanê ku di demsala havînê de ji bo zivistanê tê amadekirin şeyre ye. Şeyre ji genim tê çêkirin. Pêşî genim tê strandin dûvre bi maşîneyekê tê zextkirin û herî dawî jî tê xiwakirin. Şeyre dikeve xwarina savarê ku xwarineke gelêrî ye li seranserî Kurdistanê. Li Dirbêsiyê malbata Omer Widî ev 40 çil salin ku bi çêkirina şeyreyan re radibin. Seid Silêman Omer diyar kir ku ew ji bavê xwe fêrî çêkirina şeyreyan bûne û heta niha vî karî didomînin. Omer da zanîn ku tevî vebûna fabrîqeyên jî rastî elaqeyeke baş tên.
DIRBÊSIYÊ