Platforma Em Cînayetên Li Ser Jinan Rawestînin (KCDP) bîlançoya meha Sibatê ya êrişên bi armanca qirkirina jinan eşkere kir. Li gorî raporê di meha Sibatê de 22 jin hatine kuştin, 12 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane, hinceta kuştinê ya 15 jinan jî nehatiye tespîtkirin.
Li gorî raporê 8 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicine, 5 jin ji aliyê xizmên xwe, 3 jin ji aliyê mêrê ku pê re ye, 3 jin ji aliyê kurê xwe, jinek ji aliyê bavê xwe û jinek jî ji aliyê mêrê ku berê pê re bû, hatiye kuştin.
13 jin li malê, 3 jin li kolanê, jinek li otelê, jinek li nav erdan, jinek jî li cihekî xewle hatine kuştin. Hate diyarkirin nehatiye tespîtkirin ku 3 jin li ku hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN