Hewldana Parastina Heskîfê (HYG) roja 23´yê Îlonê weke 2. Roja Çalakiyan a Cîhanê ji bo Heskîfê ragihand. Ango şemiya bê wê li gelek welatan gelek çalakiyên cihê bên lidarxistin. Mirov wê li dijî avakirina Bendava Ilisu, parastina geliyê Dicle ku Heskîf jî lê ye wê dakevin meydanan. 

HYG´ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û da zanîn ku bi kampanyayên hatî meşandin, heta niha sala 2002´yan, 2009´an û 2010’an avahîsaziya Bendava Ilisu ya despêkirî, karîbû ji bo demên kurt bê rawestandin. Înîsiyatîfê bi bîr xist ku Bendava Ilisu ku wê li ser geliyê Dicle 136 kîlometro bi dirêjahî golekê çêke, texrîbatên mezin ên xwezayî û insanî bibe, û bi vê jî bûye yek ji bendavên li dinyayê herî zêde tê rexnekirin û minaqeşekirin.

Înîsiyatîfa Parastina Heskîfê cihên roja şemiyê (sibe) çalakî li wan tên plankirin dan zanîn û banga tevlîbûnê li xelkê kir. Înîsiyatîfî da zanîn ku li deverên ku têra xwe kes kom nebin jî wê çalakiyên ferdî hebin û got, kesên ku bi pankart yan jî dovîzeke li ser Save Hasankeyf! yan jî No Ilisu Dam! nivîsandî dikarin li devereke navendî a bajarê xwe wêneyê xwe bigirin û bi me re parve bikin. Ji Înîsiyatîfê Ercan Ayboga jî got, heman rojê wê li dijî şirketa Holandî ya bi Bresser a ku li ser mijarê şêwirmendiya hikûmeta Tirk dike jî dest bi komkirina îmzeyan bikin.

Lîsteya bajarên çalakiyan wiha ye:

* Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, roja 23´yê Îlonê di navbera saet 14:00 û 16:00´an de li Hauptwache.  

* Li Paytexta Elmanyayê Berlînê roja 23´yê Îlonê di navbera saet 13:00 û 16:00´an de li pêşiya Alte Nationalgalerie (Bodestr./ Museumsinsel) 

* Li bajarê Elmanyayê Hamburgê roja 23´yê Îlonê di navbera saet 11:00 û 18:00´an de li Schanzenfest (U-Bahn Sternenschanze)


* Li bajarê Elmanyayê Oldenburgê roja 23´yê Îlonê saet 16.00´an

* Li bajarê Swîsre Cenevreyê, roja 23´yê Îlonê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyê, saet di navbera 13.00 û 17.00´an de

* Li Heskîfê, li her devera bajêr roja 23´yê Îlonê di navbera saet 11.00 û17.00´an de 

* Li paytexta Iraqê Bexdayê, li ser Rêya Almutanaby (li navendê) roja 23´yê Îlonê saet 10:00´an

* Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silemanî, li ser Rêya Salim li hemberî Seraya Silêmanî, îro saet 16:00´an

* Li paytexta Îtalyayê Romayê, roja 23´yê Îlonê

* Li paytexta Kayalanyayê Barcelona, roja 23´yê Îlonê

* Li bajarê Welatê Baskê Bîlbao, roja 23´yê Îlonê li meydana Plaza Biribilan, saet 12.00´an

* Li bajarê Ingilistanê Brightonê, roja 23´yê Îlonê li News Street (navenda bajêr) saet ji 11.00´an heta 16.00´an

* Li Payexta Awusturyayê Viyanayê roja 23´yê Îlonê 

* Li bajarê ser bi paytexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Washingtonê, Port Townsendê jî çalakger wê di navbera saet 12:00 û 14:00´an de timî li navenda bajêr bimeşin.


Înîsiyatîfê wekî din bang kir ku kesên li çalakiyan wêne girtî û dikarin di ser e-maila hasankeyfgirisimi@gmail.com, hesabê facebookê www.facebook.com/hasankeyfiyasatmagirisimi û hesabê twitterê @hasankeyfdicle hem wêneyan, dîmenan û hem jî agahiyan parve bikin.