
Dewreyên perwerdeya zivistanê ya Akademiya Hakî Karer û Akademiya Mahsûm Korkmaz ên ser bi Fermandariya Akademiyên Apollo yên HPG’ê, bi merasîmeke bi heybet qediyan. Di merasîmê de Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, ji fermandarên HPG/YJA Starê Zozan Çewlik, Îrfan Amed, Leyla Sorxwîn, Atakan Mahîr û gelek fermandarên gerîla û şervan amade bûn.
Şehîd bi Kurdistana azad her bijîn
Karayilan di merasîmê de ji gerîla re axivî, Newroz weke “roja têkoşîn û serketinê ya ku mizgîniya azadiyê dide” bi nav kir û wiha peyivî: “Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de hemû şehîdên şoreşê em bi bîr tînin û soza ku me daye wan, dubare dikin. Wekî din, kedkarên mezin hevrê Fermandar Dr. Ferzende, Fermandarê me yê Eyaleta Mêrdînê Soro û Zinarîn, hevalên Behzat û Rojhat, di şexsê şehîd Orhan Baran ê bav û birayê wî şehîd û hevalê Çekdar de hemû şehîdên Şengalê bi bîr tînin. Em şehîdên YBŞ‘ê ku lehengên Şengalê ne, hevrê Amed Şengalî, Şoreş Şengalî, Çiya Zerdeşt, Arîf Şengalî û Têkoşîn bi bîr tînin. Şehîdên me rûmeta me ne. Ew her tim rêya me ronî dikin. Bîranînên wan wê bi azadkirina Kurdistanê re her bijîn.”
Tifaqa AKP-MHP´ê li dijî Kurdan e
Karayilan îşaret bi xurtiya têkoşîna gelê Kurd kir û got, “Dem dema avakirina Kurdistana azad e. Kes êdî nikare ser vê rastiyê bigire. Dewletên ku Kurdistan dagirkirine jî bi vê rastiyê dizanin. Em dibînin; dewleta Tirk bi rengekî veşartî dixebite, lê dewleta Tirk şûrê xwe kişandiye û bi rengekî vekirî li meydanê ye. Armanca stratejîk a tifaqa AKP-MHP’ê, pêşîgirtina li statu û azadiya Kurdan e. Li ser vê bingehê ev du sal in bi berfirehî êrîş dikin. Niha li dijî Rêber Apo bi rengekî ku mînakeke xwe li devereke din a cîhanê nîne, tecrîdê dimeşîne û îşkenceya psîkolojîk dike.
Kongreya Neteweyî-Demokratîk
Ew ji Kurdistana Azad ditirsin, lê dizanin ku bi tena serê xwe nikarin li hemberî me bi ser bikevin. Ji ber vê yekê, generalên Tirk ji bo li dijî Rojava şer bikin, bi hin eşîrên Ereb ên li Kurdistanê û hin derdorên ‘Kurd’ re civînan dikin. Li Bakurê Kurdistanê jî bi reîsên eşîran re, bi sercerdevanan re civînan li dar dixin. Dewleta Tirk a bi serkêşiya tifaqa AKP-MHP’ê, li Başûrê Kurdistanê jî dek û dolaban digerîne û dixwaze şerekî navxweyî derxîne. Her kesê ji xwe re dibêje ‘ez Kurd im, demokrat im’, lazim e li pêşberî van lîstikên mêhtîingeran hişyar be.”
Karayilan serdema me wekî “serdema azadiya Kurdistanê” û Newroza îsal weke “Newroza azadî û serketinê bi nav kir û wiha dewam kir: “Bi vê wesîleyê bang li siyaseta Kurdan, tevahiya gelê Kurd dikim ku yekîtiya xwe ava bikin, li ser bingeha Kongreya Neteweyî-Demokratîk bibin yek. Ev yekîtî wê siberoja Kurdistana Azad û gelê Kurd diyar bike. Lazim e siyaseta Kurd pirsgirêkên xwe bi rêbazên hemdem û diyalogê çareser bike.”
Erka me parastina jiyana Ezîdiyan e
Karayilan got, “weke şoreşgerên Kurdistanî û siyasetmedarên vî welatî, li pêşberî jin û keçên ciwan ên Êzidî berpirsyariya me heye. Jin û keçên Êzidî weke koleyan di destê DAIŞ‘ê de hene. Wezîfeya me, ne kuştina wan e. Wezîfeya me rizgarkirina wan e. Gelo çi îzahata kuştina keça Kurd Nazê Naîf heye! Miroveke bêçek e, bi rengekî aştiyane dimeşe. Gelo ev ne şerm e? Divê ti kes şaşîtiyên bi vî rengî neke. Lazim e tevahiya gel zanibe; tenê endîşeyeke me heye. Ew jî berjewendiyên gelê me û destketiyên wî ne.”
Karayilan bi minasebeta pîrozbahiya Newrozê jî di serê de xelkê Amedê, bang li gelê KUrd kir ku “li dijî zilm û faşîzma AKP-MHP’ê agirê Newrozê geş bikin, li qadên Newrozê yekîtiyê ava bikin.”
Gerîla têk naçe
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, bi bîr xist ku îsal 12 akademiyan dewreyên perwerdeyê serketî qedandine, armanc afirandina gerîlayên nûjen-profesyonel e û wiha peyivî: “Gerîlayên sedsala 21’ê wê bersivê bidin teknolojiya demê, teknîk û taktîkê bixin xizmeta xwe û bi afirîneriyeke mezin serketinê misoger bikin.
Ji navbera me û dijmin derkevin
Karayilan bi bîr xist ku ji sedî 90´ê gotinên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê derew in û wiha dewam kir: “Dijmin dixwaze li dijî me şer bike û weke Hêzên Parastina Gel em jî ji vî şerî re amade ne. Ev hemû hevrê dixwazin, weke fermandarên perwerdebûyî biçin Derya Reş, Dersim, Amed û Botanê. Ji ber vê, divê ti kes nekeve navbera me û dijmin. Madem şovenîzma Tirk, faşîzma AKP-MHP´ê dixwaze li dijî me şer bike; wê çaxê divê ti Kurd nekeve navbera me. Weke fedayiyên Kurdistanê, tiştek nîen ku em di vî şerî de winda bikin. Ji bilî parastina berjewendî û destketiyên gelê me, ti armanca me nîne û em ê di vê serdema girîng de bi erka xwe rabin.”
Karayilan axaftina xwe bi gotinên “Siberoj wê ya gelê Kurdistanê be.” bi dawî kir.
ANF / BEHDÎNAN