Şidet di çîrokan de ji bo tirsandina zarokan dihat bikaranîn. Ew zarokên ku bi ya dayika xwe nekin, gur wan direvînin, heman gur kahrika bi carekê dadiqurtîne. Helbet dema şidet tê bicihkirin di nava çerxa gotina çîrokê de edaleta wê dişikîne nayê jibîrkirin. Dîsa jî ya em pê re rû bi rû şideteke gelekî dijwar e ku para bêhtir weke cezayekî di nava gotina çîrokê de hatiye hûnandin. Cezayê guh nedana dê û bavan, cezayê baldarnebûnê, cezayê dilxirabbûnê, cezayê neqencî û pîsîtiyê û yên din. Cezayê ku birîndar dike, cezayê ku xwînê dirijîne, cezayê ku bi tehdeyeke mezin dikuje.
Em berê xwe didin siyaseta roja me ya îro û rengê wê yê bi rê ve çûnê, ya em dibînin di nava qir û qiyameteke bêmane ya şidet û kuştinê de, şîretkirineke çîrokwarî, tirsandineke zarokan, ji şaşiyê vegereke ne maqûl, dek û dolabên weke yên roviyên çîrokan derdikevine pêşiya me. Nexasim gava ku berê xwe didin Rojhilata Navîn û beriya hemûyan jî Tirkiyeyê.
Sedema wê jî ew e ku ji siyaseteke rûniştî, sersar û maqûl a piştî şerê cîhanê yê duyemîn, me berê xwe da siyaseteke fehş a ku bi her awayê xwe, mîna ku aktorên siyasî karîkaturîze bike, li ser dika naveneteweyî û dîplomatîk pêk tê. Şerê bidestxistina desthilatê ya ku weke mînak berê li Tirkiyeyê bi awayê herî hişk bi darbeyên eskerî xwe dida der û stemeke mezin li tevahiya civakê dikir, lê ne demdirêj bû, şûna xwe ji hewaseke ferdî a kesekî re hiştiye. Ev “kesek” R.T. Erdogan e ku bi rengekî ruh bi gurê çîrokên Kurdî aniye û armanca wî xwarina karikên bêguneh e.
Ev nifşê siyasetvanan siyaseta cîhanê niha bi giranî diyar dike. Li Ingilîstanê vî nifşî bi Blair dest pê kiribû, li Elmanyayê Schröder, li Franseyê Sarkozy. Herçî Rûsya ye Pûtîn ji mêj wî li ser dika ruhpêanîna wê şideta çîrokan e. Niha jî Emerîka bi Trump li vê rêza eybiya reş a siyasetvanan zêde dibe. Her kes bi ya xwe dadikeve, lê carinan ez difikirim ku Nêçîrvan Barzanî jî vî nifşî ye, helbet wekî aktorekî ne dewletî, nabe ku ez wî ji wan hesab bikim, lê dikarim wî bişibînim wan.
Em li Erdoganî vegerin, niha tevahiya hewasên xwe yên desthilatdarbûna li erdên kevin ên Osmaniyan hedinandin; ne ku ew pêk anîn, berevajî, diyar e ku di rewşeke gelekî qels a siyasî, aborî û civakî de ye, lê divê mirov faktora kîna li dijî Kurdan ji bîr neke. Li Tirkiyeyê tevahiya nifşan qederê sedsalî bi kîna li dijî Kurdan hatin mezinkirin. Ango dema mesele Kurd û xwedîderketina wan a li îradeya wan a siyasî û mîrateya wan a çandî ye, hingê yê em pê re rû bi rû zarokên xeydok û hêrsok in, ku dikarin mala xwe jî xera bikin ji bo ku Kurd negihîjin miradê xwe. Erdogan ji vê yekê ne muaf e. Ew jî bi heman çandê mezin bûye û ji bo ku Kurd bi mirazê xwe şa nabenin, dikare her tiştî bike. Niha ev halê karîkaturîzebûyî ya siyaseta li Rojhilata Navîn ku karekter û aktorên çîrokên ji bo zarokan tînin bîra min, para bêhtir ji ber vê nemaqûlbûna dij Kurd e.
Helbet ne temamê wê, lewma Pûtîn û Trump jî parçeyên vê puzzleê ne; puzzleke xwînê, yeke şideteke nemaqûl, yeke wêrankirinê ji bo tevahiya miletan û yeke belavkirina dewlemendiyê ya bêhtir neadil... Bala xwe bidinê, parçeyekî li vê puzzleê nayê heye, ew jî parçeyê Kurd e, yê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Ew bi israr lê nayê û diyar e, ew vê puzzlea xwînê xira bike. Ew ê van guran li çîrokan vegerîne, ew ê vê şidetê û van şîretan jî li dîrokê vegerîne, qet nebe hêviya min ev e.