Di festîvala belge filman a li Holandayê ya bi navê 2Doc IDFA de belgefilma derhênerê Kurd Rêber Dosky a navê Sidiq û Piling (Sidik and the Panther) di beşa Belgefilma bi Holandî de xelata filma herî baş wergirt. Weke sedema xelatê jî organîzatorên festîvalê got, “Film me dibe dinyaya efsûnî ya nav erdên bibîranînan tînin ber çavên me, bi jiyana kovî bêhnê li mirovan diçikîne û hesreteke ji sînoran wê de nîşan dide. Îhtîrasa darîçav a filmê em dan ber efsûna xwe bi wan karakterên xwe yên weke di rêwîtiya Sêhrbazê Ozê de. Vîzyona wê ya sabit a sînematîk vediguhere alegoriyeke xurt a miletekî ku li azadiya xwe digere.”

Di filmê de Sidiq piştrast e ku Piling li çiyayên kurdistanê hene. ji bo wê jî ew li ser her girê çiyayên Kurdistanê digere da ku şopeke pilingan bibîne. Ev 25 sal in ku Sidiq vê dike. sedem jî ew e, heger ew îsbat bike piling li wir hene, tevahiya herêmê wê bibe herêma parastî ya xwezayî. Hîviya wî ew e ku ev yek bike ku bombekirina herêmê bi destê dagirkeran jî bi dawî bike.

 

AMSTERDAM