
Ambargoya siyasî, aborî û dîplomasî
Piştî Şoreşa 19 Tîrmehê dema gelê Kurd bajarên xwe xistin destê xwe û xebatên avakirina sîstema xwe kirin, ji hemû aliyan êrîş bi ser Rojavaya Kurdistanê hatin. Dewleta Tirk ku li sînorê Rojava deriyên xwe ji bo çeteyan vekiribû, dema ku van sînoran ketin destê gelê Kurd hemû deriyên xwe girt û ambargoyek aborî li ser Rojava da meşandin.
Beşek ji vê siyaseta ambargoyê jî PDK'ê bû. Ji belgeyên ku derketin holê jî diyar bû ku PDK û Tirkiyê li dijî Rojavaya Kurdistanê di nava hevkariyê de ne. Tirkiyê deriyên xwe ku ji bo çeteyan vekiribû li Rojavayê girt, PDK jî li ser sînor xendekan kola û deriyên xwe bi temamî li Rojavayê girt. Li gel wan hêzan rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞ’ê jî, ji Rojava çûyîn û hatina bajarên Sûrî asteng kir û bi vî rengî bûn hevkarê hev. Ev hevkariya ku di warê dorpêçkirina aborî dest pê kir, bi ambargoya siyasî û dîplomasî dom kir. Bi taybet PDK û hevkarê wê, ji bo ku rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava di qada heremî û navnetewî de neyê qebûl kirin, dest bi reşkirina Şoreşa Rojavayê kir. Hewldanên dîplomatîk yên Rojava ji aliyê wan hêzan ve hatin asteng kirin.
Siyaseta koçberiyê
Bi ambargoya siyasî, aborî, dîplomasî xwestin gelê Kurd bi temamî ji Rojavayê koçî Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê bibe. Li gorî planekî, ew ên ku koçberbûne li kampan werin perwerdekirin û cardin werin şandin Rojavayê. Ev yek ji aliyê Dewletên Yekîtiya Ewrûpa (DYE), Tirkiyê û KDP’ê bi planeke taybet kete meriyetê. Di encama wê planê de bi hezaran Kurdên Rojava hatin koçber kirin, deriyên xwe tenê ji bo koçberiyê vekirin.
Siyaseta ENKS’ê: Dijbertî di nava dijbertiyê de
Encûmena Nîştîmanî Kurdên li Suriyê (ENKS) destpêkê xwe wek beşek ji Şoreşa Rojavaya Kurdistanê xwe pênase kir û wiha tevgeriya. Di Tebaxa 2012’an ji bo ku di nava hêzên Kurdî de hevgirtinek çêbibe, di encama civînên li Hewlerê de Desteya Bilind ya Kurd hate avakirin. Lê ev ji ber siyaseta ENKS’ê ya desthilatî û girêdana wê bi derve bi ser neket û bê wate bû. Li ser vê yekê ENKS di encama rênîşîna PDK’ê, berê xwe da Koalîsyona Nîştîmanî Sûrî (ku temsîla Erebên Sûnnî dike) ku ji aliyê DYE û hevalbendê wê tê destek kirin û bû beşeke wê. Li gorî ENKS’ê li Rojavaya Kurdistanê şoreş pêk nehatiye û saziyên gelê Kurd yên xeta azad temsîl dikin hevkarê rejîma Sûrî ne. Di vê demê de ENKS, wekî ku di navbera gelê Kurd de nakokî derkeve tevger kir û xwest weke li Başûrê Kurdistanê şereke birakujî li Rojava dest pê bike, lê bi ser neket.
Meclîs û komun
Bi bidestxistina rêveberiyên li bajaran, xebatên avakirina Xweseriya Demokratîk bi lez hatin meşandin û li bajar û gundan jî meclîsên gel, komun hatin avakirin. Di encama van xebatan de li Rojava bajarên Hesekê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir, Kobanê, Efrîn, 7 navçeyên ser bi Efrînê, ji bajarên Sûriyê li Şam û Helebê meclîsên gel hatin avakirin. Bi van meclîsan ve girêdayî, li her taxan malên gel û meclîsên taxan hatin avakirin. Bi meclîsên gel, çareseriya pirsgirêkan bi gel re tên çareserkirin.
Aboriya gel
Navenda Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê roja 13'ê Tîrmehê hate ava kirin. Bi armanca rêvebirina aboriyê, avakirina projeyên aborî û kêmkirina rêjeya bêkariyê, avakirina aboriya gel a li ser bingeha kooperatîfan, ji wê demê heta niha gelek biryarên girîng hatin girtin. Rêveberiya Aborî, roja 1'ê Îlona 2013'an buhayê lîtra mazotê li tevahî herêmê ji 55 Lîreyî daxist 30 Lîreyî Sûriyê. Di heman demê de mazot ji bo cotkaran tê dayîn û berhemên wan tên kirîn.
Navenda Aboriyê, li dijî ambargoyê gelek projeyên aborî ava kirin, li gelek herêman kargehên cilan, firne û her wiha şirketa elektrîkê jî hate avakirin.
Hemleya ziman û perwerdeya Kurdî
Bi salan rejîma Sûrî rê nedida Kurd ku bi zimanê xwe biaxivin û perwerde bibin. Lê bi sazkirina Saziya Zimanê Kurdî (SZK) xebatên zimanê Kurdî pêş ket. SZK, kar û xebatên perwerdeya bi zimanê Kurdî li dibistanên fermî dewam kir û li hemû dibistanên Rojavayê dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kir. SZK'ê di nava salekê de li hemû navendên zimanê Kurdî yên seranserî herêmê Rojavayê Kurdistanê bi hezaran şagirtên zimanê Kurdî yên asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn perwerde kirin û bawername li wan belav kirin.
SZK'ê di 11'ê Tebaxa 2013'an de yekem car akademiya ziman û teoriya zimanê Kurdî, bi navê akademiya Şehîd Ferzad Kemanger li gundê Kefercenê yê Efrînê vekir. SZK'ê her wiha bi alîkariya Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê di 28'ê Cotmehê de li herêma Efrînê Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya Ziman û Teoriya Zimanê Kurdî vekir. Bi Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurd gavekî nû hate avêtin û li wê akademiyê mamosteyên ziman, wêje û dîroka Kurd tên perwerdekirin.
Êrîşên herî dijwar di navbera 2013-2014'an de pêk hatin
Bi îlankirina Xweseriya Demokratîk, êrîşên li ser Rojavayê zêdebûn. Êrîş li Serêkaniyê dest pê kir, li Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Efrîn, herî dawî jî Kobanê hê jî bi hemû dijwariya xwe didome. Di wan êrîşan de qasî hêzên navnetewî hêzên heremî yên wek Sûûdî Erebîstan, Qatar, Tirkiyê û PDK jî rolek mezin lîstin. Bi taybet dewleta Tirk destekek pirr mezin da çeteyên DAIŞ û sînorên xwe ji wan re vekir. Li aliyê din rejîma Sûriyê jî di nava van êrîşan de cihê xwe girt û li bajarê Hesekê û Helebê êrîş li ser taxên Kurdan kir. Êrîşên li ser Rojava salek li pêy xwe hişt.
Seferberî û berxwedaniya gel
Gelên li Rojavayê, li beramberî êrîşên siyasî, aborî û leşkerî yên ji aliyê dewletên heremê, rejîma Sûriyê, komên çeteyên DAIŞ û PDK’ê, di her warî de kete nava seferberiyê û têkoşînekî bêhempa dide meşandin. Gelên Rojava ku ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Keldan, Tirkmen, Ermen û Çeçen pêk tên, di nava wê berxwedaniyê de cihên xwe girtin.
Hêza netewî YPG
Li aliyekî di qada siyaset û dîplomasiyê de van pêşketinan dewam dikirin, li aliyê din jî ji bo parastinê gavên girîng hatin avêtin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di sala 2004'an de bingeha wê hat avêtin, di sala 2011'an de hat îlankirin, piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê jî giranî da xebatên xwe yên sazîbûnê û li gel tevahî bajarên Rojavayê, li bajarên Sûriyê yên mîna Heleb jî di asta tabûran de xwe birêxistin kir. YPG ku di parastina herêmê de roleke girîng dilîze, li dijî êrîşên rejîmê û komên çekdar, li bajarên Kobanê, Heleb, Efrîn, Serêkaniyê, Amûdê û Hesekê berxwedaneke mezin nîşan da. Bi sedan şervanên YPG'ê di vê têkoşînê de jiyana ji dest dan û YPG bê ku cihêkariyê bike, hemû deskeftî û gelên li herêmê bi biryarî diparêze. Bi vê sekna xwe propagandayên "YPG, ya partiyekê ye" pûç kir û da ji pêkhateyên herêmê re da da qebulkirin ku hêzeke netewî ye. Bi vî awayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên Kantonên Rojavaya Kurdistanê jî YPG’ê wek hêza netewî pejirand.
Yekîneyên Parastina Jinê YPJ
Tevî qadên din yên şoreşê, jin di qada eskerî de jî berxwedaneke mezin dan û di vê qadê de jî xwe birêxistin kirin. Jinên ku di avakirina YPG'ê de roleke çalak lîstin, xwe bi awayekî xweser birêxistin kirin. Li Kobanê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik û Efrin’ê li pey hev tabûrên jinan û paşê jî tugay hatin avakirin. Bi konferansa ku navbera 2 û 4´ê Nîsana 2013´an de li Dêrîkê hate lidarxistin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat damezrandin. Di vê konferansê de jin her wiha biryar girtin ku di qada eskerî de rêxistinbûna xwe berfireh bikin û Akademiyên Parastina Jinê yên Şehîd Şîlan werin avakirin. Piştî vê konferansê destpêkê li Efrînê, paşê jî li Dêrikê 2 akademiyên parastinê hatin vekirin.
Bajar ji aliyê asayîşan ve tên parastin
Saziya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê pergala xwe ya ewlekariyê bihêz kir, hejmara endamên xwe zêde kir û li gelek gund û bajaran navend vekirin. Her wiha ji bo perwerdekirina endamên asayîşê, li bajarê Rimêlan Akademiya Navendî ya herêma Cizîrê, li Kobanê Akademiya Şehîd Rustem û li Efrînê jî Akademiya Şehîd Cîlo hatin vekirin û bi hezaran endamên asayişê di van akademiyan de hatin perwerdekirin.
Hêzên asayişê ji bo ewlehî û parastina gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bi şev û roj li bendên kontrolê yên li seraserê herêmên sînor nobetê digrin. Bi dehan endamên asayîşê di van bendên kontrolê de di encama êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra jiyana xwe ji dest dan.
Dadweriya gel weke bingeha çareseriyê ye
Dadgehên gel, komîteyên lihevhatinê û dadmendiyên civakî, li seranserî herêmên Rojavayê bi hezaran doz û pirsgirêkên welatiyan çareser kirin. Tevî hemû hewldanên reşkirinê yên hin aliyên Kurd û navendên ragihandinê, komîteyên lihevhatinê û Dadgehên Gel li gorî zagon û pîvanên civakî ku ji aliyê Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê ve hatibûn biryar kirin, bi hezaran doz çareser kirin, welatiyên Rojava yên ji hemû pêkhateyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serî li dadgehên gel û komîteyên lihevhatinê didin.
Xebatên ciwanan
Ciwan destpêkê di qadên eskerî û hemû qadên jiyanê de roleke mezin dilîzin. Xebatên ciwanan bi navê "Tevgera Ciwanên Şoreşger" li hemû bajaran bi awayekî xweser tê rêvebirin. Her wiha xwendekarên zanîngehê bi navê "Federasyona Xwendekarên Welatparêz" xwe bi rêxistin kirine di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşînin. Di her du qadan de jî akademî hatine avakirin û bi sedan ciwanên Rojava li van akademiyan perwerdeyê dibînin.
Ji aliyê şaredariyên gel xizmet tên dayin
Tevî derfetên kêm, şaredariyên gel jî kar û barên xwe dewam kirin û hemû xebatên paqijî, çêkirina rêyan û kanalîzasyonan gelek xebatên din yên xizmetê dewam kirin. Her wiha sala 2013'an li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê şaredariyên gel hatin ava kirin.
Avakirina kantonên Xweseriya Demokratîk
Piştî nîqaşên di navbera partiyên siyasî û nûnerên pêkhateyên Rojava, di Çileya 2014’an de jî Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Amûdê civiya û Rêveberiya Demî ya Kantona Cizîrê îlan kir. Piştî îlankirina Kantona Cizîrê, Kantonên Kobanê û Efrînê jî xwe îlankirin. Ragihandina Kantonên Rojavayê li cîhanê deng veda û bala rayagiştî kişand ser xwe. Kantonên Rojava xwe li ser bingeha pirr netewî û pirr olî xwe ava kir û pergala “Netewa Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pratîk kir. Di Meclîsa Qanûnsaz û Desteyên Rêveberiyê de ji hemû netew û olan nûner hene.
Qanûnên Xweseriya Demokratîk tên amadekirin
Jiber rewşa erdnîgarî û siyasî sê kanton hatibin avakirin jî, ji bo di navbera kantonan de têkilî hebe, Koordînasyona Xweseriya Demokratîk hate avakirin. Ji bo biryara dayina hilbijartinan jî Desteya Bilind ya Hilbijartinan hate avakirin. Ji bo bingeha sîstema xweseriya demokratîk ava bibe, qanûnên partiyên sîyasî, hilbijartin, gumrikê û hwd. hatin derxistin.
AZÎZ GUNDÎ