Çendek berê min çîrokek xwend û li ser wê çîrokê hinek lêkolîn pêk anîn. Di dilê min de him êşek û him jî coşek bi hev re pijiyan. Dixwazim îro ew çîrok û encama lêkolinên xwe bi we re parve bikim. 

Li Helebê, di nav mizgeftekê de rûniştineke mirinê çêdibe. Li alîkî civakên ku ji destê desthilatdariyê zikê xwe tijî dikin, li aliyekî jî însanekî zana û zanyar ê ku li ser rewşa dunyayê serê xwe êşandiye heye. Ew însan hê ciwan e, hê jî negihaştiye 40 saliya xwe. Lêbelê “mêjufireh” û “zimandirêj”e. Pirsên ku dipirse, gotinên ku dibêje, axaftinên ku diaxive, ji bo temam civak û demê re, ji bo desthilatderiyê re ne bi awayekî rewa ye. Ji ber vê yekê jî sekn û vegotina ew zilamî talûke ye, ango ji bo desthilatdarî û ji bo temam kesên ku berjewandiya xwe ji desthilatdarî didoşin re fermana mirinê ye gotinên wî. 

Cemaet kom bûşe. Vêcarê rûniştina dawî ye. Êdî dema encamê ye, biryar teqez biryar e, ku desthilatdarî ji pêş ve wergirtiye. Ango yê ku zû ve hatiye dayîn biryara kuştinê bixwe ye. Şer di navbera pêşveçûyîn û kevneperestiyê de ye. Paşverûtî ji desthilatdariya demê re, pêşveçûyîn ji temam mirovahiyê re ye. Lê desthilatdarî, wekî her demê nirxên mirovahî têk biriye. Encam... Biryara mirinê hatiye dayîn û Şihabeddînî Suhreverdî yê Maktûl îdam bûye. Biryara kuştinê, ji aliyê Kurdekî ve hatiye dayîn. Yê tê kuştin Kurd, yê ku biryara mirinê daye Kurd e. Gotine pêşiyê ne vala ye; “kurmê darê ji darê ye.” Selahaddînî Êyyûbî, biryara kuştina Şihabeddînî Suhreverdî yê Maktûl daye. 

Şihabeddînî Suhreverdî yê Maktûl, ji Kurdistana Rojhilat bû. Di sala 1155’î de ji dayik bûbû. Suhreverd, navê gundê wan bû lê, ew gund li der Kurdistan, ango li Bakûr a Rojavayê Îran, di navbera Tehran û Azerbaycanê de, girêdayî êyaleta Zencanê bû. Şihabeddînî Suhreverdî yê Maktûl fêylesofekî mezin, însanekî têgihiştî, xwedî kelam û zanyariyên cihanî û dîrokî, her wiha “mezin”ekî Kurd bû. Lê heya niha, wekî ku gelek nirxên Kurdistan veşartî mayî, Şihabeddînî Suhreverdî yê Maktûl bixwe jî her wisa bû. Di dema xwe de zanyariyên hemû dunyayê wekî însanekî tî vexwarî, taybet jî li ser têgihîştina bi mentiqî û bi ruhî rawestî, mefhûmên nû afirandin, her wiha însanekî fikr û ramanî, di dîroka Kurdistanê de jî, Îran û her wiha di dîroka Ereban de jî xwedî navekî bêhempa zanyarek bû. Di  rojeke wek îro, ango rojeke ku însanetî û derînsanetî li hemberî hev têdikoşî de, di temeneke ciwaniyê, ango 37 saliya xwe de, di sala 1191’ê de jiyana xwe ji dest da Şihabeddînî Suhreverdî yê Maktûl. Divê were zanîn, Eflatûn û Arîsto, ji Parisiyan û Ereban re, bi marîfet û hişmendiya Şihabeddînî Suhreverdî yê Maktûl ve bûye ramangereke dunyayî.