Cemal Kobanê ku tevî sê çalakgeran li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Berlînê di greva birçîbûnê de ye, doh danê nîvro rakirin nexweşxaneyê û rewşa siheta wî heta nûçeya me dihat amadekirin jî xirab bû.

Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak ku beriya niha li sê bajarên cuda yên Elmanyayê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bûn, ji Adarê ve li paytext Berlînê çalakiya xwe didomînin.

Cemal Kobanê ku 29’ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kir, doh nîvrojê bêhn lê çikiya û spazma dil li wî da der. Ji ber giranbûna rewşa siheta wî, ambûlans û doktorên beşa lezgîn hatin lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê û mudaxleya destpêkê li Kobanê kir.

Doktoran maskeya oksîjenê da ser rûyê Kobanê û dîtin ku rewşa wî ya sihetê xirab e, lewma ew rakirin nexweşxaneya “Judisches Krankenhaus” a li navçeya Wedding a Berlînê. DEma ku nûçeya me dihat amadekirin, jî rewşa tenduristiyê ya Kobanê baştir nebû.

Cemal Kobanê ev 91 roj in di greva birçîbûnê de ye. Çalakgerên din jî Omer Bagdûr 91, Mele Mûstafa Tûzak 107, Şiyar Xelîl jî ev 94 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Rewşa tenduristiyê ya her çar aktîvîstan jî xirab e, lê çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.

 

BERLÎN