SEMÎRA ŞEHABÎ / ROJNEWS

 

Siyasetvanê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku ji ber nakokî di nava aliyên siyasî yên Iraqê de zêde ne, hikûmeta nû ava bibe jî wê nikaribe pirsgirêkên ev 15 sal in kombûyî, çareser bike.

Nakokiyên navxweyî, parçebûna di nava aliyên Şîî de û destwerdana Emerîka û Îranê, avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dereng dixe û astengiyan jê re derdixe. Siyasetvan Dr. Mehmûd Osman li ser astengiyên li pêşiya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê got, ji ber Şîî di nava xwe de zelal bûne, dibe ku di demeke kurt de hikûmeta nû ava bibe, lê di heman demê de destnîşan kir ku hikûmeta nû ya ava bibe jî wê nikaribe pirsgirêkên li Iraqê, çareser bike.

 

Hikûmet wê çêbe lê neçareserî

Osman îşaret bi helwêsta Tevgera Sedr a ji bo Ebadî jî kir û da zanîn ku berê Muqteda Sedr piştgirî dida Ebadî ji bo dubare bikare bibe serokwezîr û wiha pê de çû, “Berê ji ber Tevgera Sedr piştgirî dida Ebadî, lewma avakirina hikûmeta nû zehmet dibû. Lê, niha bang li Ebadî dike ku îstîfa bike. Bi vî awayî em dikarin bibêjin ku aliyên Şîî jî di nava xwe de zelal bûne û vê jî astengiyên li pêşiya avakirina hikûmeta nû de ji holê rakirine.”

Osman da xuyakirin ku ti hêviyeke wî ji hikûmeta nû ya bê avakirin jî nîne û got, “Avakirina hikûmeta nû ya Iraqê nayê wê wateyê ku dê pirsgirêkên li Iraqê çareser bike. Ji ber pirsgirêkên ev 15 sal in li ser hev kombûyî hene. Tişta divê were kirin têkoşîna li dijî gendeliyê ye. Lê belê ti hêviyeke min nîne ku pirsgirêkên li Iraqê çareser bikin.”