Sîka Çiyayê Kurmênc di Youtubê de
Em ji bloga Zinar Ala fêr dibin ku Fîlma Sîka Çiyayê Kurmênc li ser Youtubê hatiye belavkirin. Ev filma derhêner û wênegir Azad Evdikê yê ji bajarê Serekaniyê ye. Ji bo Komûna Filman a Rojava ev film bi roduksiyona Banos Film hatiye çekirin û filma belgeyî bi temamî 22 deqîqeyan dirêj e.
Beriya dîmenên ji bo film bigire, Azad Evdikê, berî êrişa dewleta Tirk a li dijî Efrînê bi çend rojan xwe gihandibû navenda Efrînê.
Azad ligel karwana hunermendan ji rojhilata Firatê çûbû Efrînê; li wir wê hefteyekê çalakiyên çandî ji bo bilindkirina morala gelê Çiyayê Kurmênc bihatana lidarxistin. Lê dagirkeriyê nehişt ev çalakî bên lidarxistin.
Azad ew rojên dawî berî dagirkirina Efrînê bi kamereya xwe şopandin û nihêrînên xelkê bajêr û kesên ji gund û bajarokên Çiyayê Kurmênc neçar derketibûn tomar kirin.
Di dîmenan de dayîkek li ser gora pakrewanan dilorîne û dibêje “Lê sîleh, qîza ew bernedan”.
Mirov dikare bi lînka li jêr li belgefilma Sîka Çiyayê Kurmênc temaşe bike:
https://youtu.be/AIdfwKj-6j8 NAVENDA NÛÇEYAN