Li ser navê derxistina madena mermer şikeft tên tunekirin. Welatiyên gund bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku di van şikeftan de gor jî hene û xwestin bên parastin. Şikeftên dirokî ku wekî stargeh, gor, mizgeft û zindan hatiye bikar anîn, li pey xwe çand, kevneşopî û dîrokek hiştiye. Piştî ev şikeftên dirokî wekî ocaxên mermerê hatin bikar anîn, şopa dîrokê hêdîhêdî têk diçe.
Welatiyan li hemberî vê yekê zend û bendê xwe badan û serî li Midûriyeta Muzeyê dan. Welatiyan diyar kirin ku warê dîrokî û turîzkît winda dibe û xwest ev war bê parastin. Welatiyê bi navê Tacettin Polat, xwest raydar bên li cihê bûyerê lêkolîn bikin û xebatên mermerê ku li van şikeftan meşandin rawestînin. Polat xwest cihê wisa dîrokî û çandî neyê tunekirin û bê parastin. 

DÎHA/AGIRÎ