Filma “Ji bo azadiyê” premiera xwe ya dinyayê yekşemê li Rojavayê Kurdistanê dike, yanî sibe, film wê li Navenda Çand û Huner a Rimêlanê bê nîşandan. Film behsa berxwedana sed rojî ya li Sûra Amedê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dike.

Em li vir agahiyeke dohî me di nûçeya xwe ya li ser mijarê bi şaşî dayî jî sererast bikin; Şêro Hindê lîstikvan e di filmê de û derhêner Ersîn Çelîk e; premiyera Ewrûpa ya filmê jî ne li Viyana 14´ê Çile, lê li Rotterdamê 23´yê Çile dibe. Ersîn Çelîk, Şêro Hindê û endamên din ên Komuna Filman a Rojava bi hev re amadekariyên li hola Çanda Huner a li Rimêlanê dikin. Ersîn Çelîk li ser mijarê li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsî, “Ew der welateme ye. Tiştêke hazir tineye. Dem dema yekîtiyê û dem dema ji bo azadiyê li welatê xwe xwedî derketin, karkirin, avakirin û ya herî giring jî parastinê ye.”

Rojnamevana serbest a Holandî Frederik Geerdink jî wêneyek parve kir ku tê de afîşa mezin a filmê li holê tê daliqandin bi destê çêkerên filmê.

Çêkerên filmê yanî endamên Komuna Filman a Rojava dixwestin filmê li Silêmaniyê li hola Sînemay Salim nîşan bidin û premiyera filmê ya dinyayê bikin. Lê belê Asayîşa Silêmaniyê bi hincetên beredayî nîşandana filmê 31´ê Kanûna 2019´an qedexe kiribû.

Ji hilberînerên filmê Diyar Heso, Ersîn Çelîk û Şêro Hindê li ser mijarê ji Priyanka Dasgupta (rojnamevanê sînemayê yê Hindî) re peyivîn û wan got, wan nekarî dema nîşandana filmê zû bidin zanîn ji ber ku tirsa wan ji bombekirinê hebûye. Şêro Hindê piştî ku gihiştiye Rojava jê re gotiye, “Em vegeriyan Rojava. Me film li vir çêkir û em ê wî li vir nîşan jî bidin. Ruxmî her tiştî em bextewer in. Axir divê em xurt bin da ku em karê xwe dewam bikin.”

Premiyera filmê ya Ewrûpayê wê li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Rotterdamê (IFFR 2020) 23´yê Çile çêbe.

 

DÊRIK