
Li bajarên Elmanyayê Hannover û Hamburgê jinên PYD’yî û NCDK´ê Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Meysa Bakî a bi nasnav Şîlan Kobanê ya 29’ê Mijdara sala 2004’an di encama êrîşekê de tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dayî, bi bîr anîn.
Ji bo bîranîna Şehîd Şîlan û 4 hevalên wê li Hannoverê, li navenda NAV-DEM’ê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Bername bi tevlîbûna gelek welatiyan pêk hat. Di merasîmê de piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Jinên PYD’yî yên Hannoverê Mizgîn Adem di bîranînê de axivî û bal kişand ser roja jina Kurd a di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de. Her wiha li ser navê Rêveberiya PYD’ê ya Elmanya Xebat Şakir jî bal kişande ser pêvajoya avakirina PYD’ê û rista Şehîd Şîlan a li dijî tesfîyekaran û rista wê ya siyasî.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Silêman Qamişlo behsa girîngiya şehîdan kir û diyar kir ku ew ê tim li ser rêça wan bimînin.
Li Hambûrgê jî cangorî hatin bibîranîn
Şîlan Kobanî û çar hevalên wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) jî hatin bibîranîn. Berdevaka PYD’ê yê Hambûrgê Cîhan Fettah ewilî axivî û diyar kir ku bi şehîdan têkoşîn tê bilindkirin, bi xurtkirina xebata wan, ew ê bibin layîqî şehîdan.
Piştre jî Berdevkê PYD’ê yê eyaleta Hambûrgê Haydar Şêxo axivî û destnîşan kir ku Şîlan Kobanê a di necam pîlana qirêj a hevkariya rejîma Baes a Sûriyê û Tirkiyeyê li Mûsilê hatiye qetilkirin, ew ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan a şoreşgerî derkevin.
Li ser navê Komîsyona Jinan a PYD’ê ya Hambûgê Heja Îbrahîm axivî û got, weke jinên Ewrûpayê em ê bibin layîqî keda têkoşîna jinan. Siyabend Yûsif ê li ser navê malbatê mafê axaftinê girt jî bal kişand ser rola Şîlan Kobanê û hevalê wê di avakirina PYD’ê de.
29’ê Mijdara sala 2004’an Rêvebera PYD’ê Şîlan Kobanê (Meysa Bakî) û 4 hevalên wê, Fûat (Hîkmet Tokmak), Zekeriya Toros (Zekeriya Îbrahîm), Ciwan Kobanê (Hacî Cuma Alî), Cemîl Nebo (Nebo Elî) dema ku bi karê xwe yê rêxistinî radibûn, li bajarê Mûsilê bi êrîşeke çekdarî hatin qetilkirin.
HAMBURG / HANNOVER