Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, roja pênçşemê çûn Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. HDP’ê der barê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re li girava Îmraliyê bi qasî 3,5 saetan hevdîtinek pêk anîne.” Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Birêz Ocalan destpêkê piştgirî, pêşniyar û tevkarî li qanûna çarçoveya muzakereyê kir, spasiya hemû partî, kesayet û saziyên rê li ber pêkhatina wê vekirin kir û anî ziman ku ev yek wê ji bo pêvajoya bicihhatina aştiya me ya mezin, bibe destpêkeke erênî. Destnîşan kir ku ya girîng, li gorî ruh û naveroka vê qanûna çarçoveyê sererastkirinên qanûnî û pêkanînên pratîkî werin pêkanîn.”


Komisyonên şopandinê
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ocalan gotiye, “Ev vîna ku bi pêvajoya Newroza 2013’an re me destnîşan kir, tevî hemû meşa giran û meylên ferzkirinên yekalî, bi xurtî dewam kiriye” û wiha hat gotin: “Birêz Ocalan, careke din destnîşan kir ku divê her du alî di pêvajoya ji niha û pê ve de xwe nezî helwest û nêzîkatiyên zorê didin ruhê pêvajoyê nekin û anî ziman ku girîng e Hikûmet û Meclîs bi lez komîsyonên pêwîst, desteya şopandinê û rêxistinbûyînên din bixin meriyetê. Birêz Ocalan da zanîn ku ev helwest wê bibe garantiya herî girîng ku zext û hewldanên provokasyonê pûç bike. Birêz Ocalan got, ‘Divê neyê ji bîr kirin ku di dawiya vê pêvajoyê de yê qezenç bike, wê hemû gel bin’.

Banga seferberiya netewî kir

Ocalan da xuyakirin ku êrîşên xwînxwar ên li dijî Rojava û Kobanê bi tu awayî nayên qebûlkirin û got, ‘Di serî de gelê me, ciwanên me û saziyên me bang li hemû hêzên demokrasiyê dikim ku li dijî van çeteyên mirinê, ji bo rûmeta xwe ya neteweyî em seferber bibin.’ Divê yên derfetê didin van çeteyan, cih didin van çeteyan û hewl didin wan bikar bînin, divê zanibin ku bi vê helwesta xwe re di serî de aştiya herêmê, pêşeroja gelan dixin xeteriyê.’ Pêwîste mafê me yê parastina rewa ku em li dijî van çeteyan bikar tînin, ji aliyê hemû hêzên demokrasiyê ve rast bê fêmkirin û divê were zanîn ku di bikaranîna mafê xwe yê parastinê de emê tawîzê nedin. Ya ku em diparêzin ne tenê mafê me yê hebûnê ye, ya em diparêzin mafê jiyana wekhev û azad a hemû gel û baweriyên li herêmê di nava aştiyê de ye.’

Bila kongre kom bibe

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja destpêkirina pêvajoya çareseriya demokratîk û vir ve di hemû hevdîtinan de bi biryardarî bal kişand ser girîngiya kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd û pêkhatina yekitiya neteweyî û bi gotina ‘Bûyerên li herêmê diqewimin nîşan didin ku ev tespît û pêşniyarên min çiqasî jiyanî ne’ destnîşan kir ku divê kongre tavilê bicive. Birêz Ocalan, di serî de gelê Kobanê yê li dijî êrîşên mirinê de bi wêrekî li ber xwe dide, ji tevahiya gelên Tirkmen, Ereb, Suryanî, bawermendên Êzidî û hemû baweriyên din ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê rastî êrîş heman çeteyan tên, silavên xwe yên taybet şand.”

ANF/STENBOL