Jina Kurd ya bi navê Silava Ararat ku ji Kobanê ye, piştî lêkolîn û komkirina gotinên pêşiyan, pirtûka xwe ya yekemîn weşand. Pirtûk bi zimanê Kurdî ye û navê wê ‘Gotinên Pêşiyan’ e.

Doh li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê Silava Ararat berhema xwe pêşkêşî civakê kir û bi îmze da şêniyan. Bi dehan rewşenbîr, endamên saziyên sivîl ên kantonê û şênî beşdarî bernameyê bûn.

Di pirtûkê de bi sedan gotinên pêşiyan û metelokên civakî yên civaka Kobanê bi taybet û civaka Kurdî hene.

Silava gotinên pêşiyan li gorî rêza tîpên Kurdî rêz kirine û hejmarek ji pirtûk wek diyarî li endamên saziyên sivîl ên kantonê belav kir.

 

ANHA/KOBANÊ