“Silava Bajariyan” pirtûka çîrokan e. Me berî niha “ŞÎNOK”a hevalê Menaf xwendibû. “ŞÎNOK” jî çîrok bû. Ev pirtûka nivîskarî ya çîrokan a duyemîn e. Xwedê ji nezer û çavan dûr bixe lê mirov dibêje qey, di baxçêya hevalê Menaf de dara çîrokên Kurdî heye. Ev dar çar demsalan fêkî dide. Hevalê Menaf jî kengî dixwaze, ji vê dara Kurdî çend çîrokan diçine û pêşkêşî me dike. Çawa bibêjim, Xudê temen û bejn û bala dara te dirêj bike hevaloo…
“Silava Bajariyan” ji 23 çîrokan pêk tê. Hemû jî kurt û kurmancî yên hatin nivîsandin. Nivîskar di van 23 çîrokan de dîsa yê ketiye ser rê û rebazên welatê xwe. Li tax û bajarên Kurdistanê geriyaye. Carnan çûye gundan û carnan jî, li ser şopa şervanên kevnar xwe hilkişiyaye çiyayên bilind. Bûye mêvanê kalemêrekî. Ji nav çavên zarokên Kurd(î) rastî diziye. Trajediyên xwe dîtine. Rastî birînên nû û kevnar hatiye. Jan jiyîne. Ji singê pênûsa wan derd û kul barîne. Bûye şahidê kuştine. Mirin di ber re borîne. Li ser sînorekî bêwate ji dilê şehîdekê xwîn herikiye…
Jan û rondik dibarin
Hevalê Menaf dîsa birînên welatê xwe vegotine. Lê derman nekirine! Xem û kovanên gelê xwe strandine melûl melûl. Ji çîrokên wî dengê Xelefa tê. Keçika delal Xeydokê bi agirê feqîriyê dişewîtîne. Ew û civak bi hev re ciwanekî nestêleh diavêjin nav pêl û sîpelên Çemê Reş. Paşê jî gora wî dikin “Ocaxa Bêkes.” Li ser rûpelên van çîrokan Badîno li hember Xwedê serî radike. Guneha vê serhildanê ya Badîno ye yan jî ya hevalê Menaf e, mirov nizane! Lê Xwedê baş dizane!
Çîrokên hevalê Menaf bi kuştin, mirin, girtin, koçberî, xerîbî, jan, kul û derdan dimeşin û mezin dibin. Ez li nav çîrokên nivîskarî pir geriyam lê min şox û şengek, şadî û bextewariyek nedî. Ez rastî çîrokeke rûken û kêfxweş nehatim! Ji bilî hevşabûna Mervan û Hemrînê û roniya çavên Nalînê, ji çavên hemû çîrokan jan û rondik dibarin. “Xewna Misto bi xwîn dibîne, dil dibe du perçe… Lê ev ne sûcê nivîskarî ye… Wî çi dibe ew nivîsiye…
Bi xwendina van çîrokan mirov dibe, “Lawê şevê.” Ji bilî gotina Rozî ji hemû tiştan poşman dibe. Dema keça ciwan Gulê, ji hêla bav û dayika xwe ve bi rûkenî û zanebûnî tê jehrdayîn, êdî çîrok jî diqede. Wê gavê mirov dixwaze biqîre û bibêje, “Êdî bes e loooo…!” Çîroka Evdik û Wesîko jî dibe serdar.
Pirtûk navê xwe ji çîroka, “Silava Bajariyan” digire. Ji bo vê çîrokê ez tiştekî nabêjim. Ev çîrok pir cuda ye. Nivîskar ev ji ku peyda kiribe ez nizanim lê dema mirov dixwîne bêhna mirov(atiyê) jê tê. Hûn ê bibin mêvanên maleke Asûrî. Lê li xwe miqate bin, ku hûn şil nebin.
Hevalê Menaf şêwaz û rêbazê xwe neguhertiye. Wekî rûpelên “ŞÎNOK” ê dîsa bi rihetî derî vedike û dikeve mala çîrokê. Bisteh û serbest e. Wekî ku ew jî ji malê ye. Dinêre, guhdar dike, dibêje, direve û dawiyê jî dinivîse. Di demek kurt de çîroka xwe dirêse. Lê ji bîr nekin, pariyê (ne)xweş her tim dawiya çîrokê ye.
Hemû çîrok jî sivik in. Li gorî dil û can in. Tu her 23 çîrokan li ser hev bigirî û li ser razê jî, tiştek bi te nayê. Roja dinê tu dê xurtir şiyar bibî.
Nivîskar zoriyê nade ziman. Peyvan naşidîne. Wekî hinekan îskan lê naxê. Heta gelek caran hevsarê ziman berdide, êdî ev û şansê xwe. Ev zimanek zelal û xwezayî ye. Mirov bibêje, zimanê gel e, rastir e. Hevok û karekterên çîrokê dişibin hev. Dayik bi peyvên xwe, kalemêr jî gotinên xwe, zarok û ciwan jî li gorî xwe di çîrokê xwe de xeber didin. Her kes serbest e. Nivîskar pêşiya wan nagire. Ji bo ku tama çîrokê xweş be carnan biwêj jî avêtine nav. Ji agirgehên Zerdeşt peyvên agirin diyarî digire. Bi hevalên olî çîrokan rengîn dike.
Ger çîrokvaneke baş vê pirtûkê bixwîne, cihên ku bên rexnekirin jî dê teqez bibîne. Lê hevalê Menaf, di dawiya, “ji hêla ziman ve, ji hêla sazkirin û sazkariya wêjeyî ve kêmanî tê de hebin jî” hem kêmasiyan xwe yên gotin hem jî pêşiya rexneyan a girtî! Çîroka Kurdî, ligel hemû kêmasiyên xwe hêdî hêdî dibişkive. Şax dide. “Silava Bajariyan” ji yek ji van şaxan e. Tiştek baş e. ji bo vê jî dest û dilê hevalê Menaf sax bin. Di meşa çîrokê de jê re serkeftinê dixwazim. Ez bawer im ku dê serkeftî jî be. Ma leşkerê kê ye?!
HUSEYÎN DUMAN / Girtîgeha Tîpa F a Hacilar KIRIKKALE