Joseph Tidd zarokekî yek salî ye û bi yek destî hatiye dinê. Futbolvana jin Carson Pickett jî eynî fena Joseph bi yek destê xwe ji diya xwe çêbûye. Her du meha borî di maça Orlando Pride û Portland Thorns hatin cem hev. Di maçê de Carson Pickett hat cem heyranê xwe yê biçûk û silaveke xweş lê kir. Kenê rûyê Josephê biçûk û jidilbûna Carson kir ku ew wêne li dinyayê belav bibe û di dilê mirovan de kêliyeke xweş bihêle.
ORLANDO